Li Dêrazorê xebata hişyarkirina li hember madeyên hişbir
Hêzên asayîşê yên kantona Dêrazorê ji bo hişyarkirina li hember xetereyên madeyên hişbir, 8 rojan bê navber xebat kir.
Hêzên Têkoşîna li dijî Madeyên Hişbir bi hevkariya Desteya Ciwan û Werzîşê û Desteya Hundirîn ên kantona Dêrazorê ji bo hişyarkrina li hember xetereya madeyên hişbir û rêbazên rêgirtina li ber van madeyan, 20’ê Tîrmehê çalakiyek dabû destpêkirin.
Di çarçoveya çalakiyê de 8 rojan bê navber li tevahî gund, bajar û bajarên kantona Dêrazorê pêk hat, 6 hezar belavok li şênî, sazî û dibistanan hatin belavkirin. Her wiha pankartên hişyarkirina ji xetereyên hişbirê li kolanan hatin daliqandin û civîn ji şêniyan re hatin lidarxistin.
Di civînan de bal kişandin ser xetere û bandorên xerab ên madeyên hişbir li ser tenduristiya mirovan û civakê. Her wiha îşaret bi ser rola Hêzên Asayîşê ya têkoşîna li dijî hişbirê hat kirin. Hate gotin ji bo rêgirtina li ber madeyên hişbir, divê deriyên sînor werin asêkirin û ji bo kesên ev made bi kar anîne, navendên dermankirin û yên rehabîlîtasyonê werin vekirin.
(bb)
ANHA