Ji bo rêveberên dibistanan dewreyeke perwerdeyê

Li Reqayê ji bo rêveberên dibistanan dewreyeke perwerdeyê ya bîrdozî û pîşeyî hat vekirin.

Ji bo rêveberên dibistanan dewreyeke perwerdeyê
Ji bo rêveberên dibistanan dewreyeke perwerdeyê
Ji bo rêveberên dibistanan dewreyeke perwerdeyê
Ji bo rêveberên dibistanan dewreyeke perwerdeyê
Ji bo rêveberên dibistanan dewreyeke perwerdeyê
29 tîrmeh 2024   15:55
REQA

Desteya Perewerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê bi armanca pêşxistina asta rêveberên dibistanan dewreyeke perwerdeyê da destpêkirin. Dewreya perwerdeyê 27’ê Tîrmehê bi beşdariya 70 nûnerên dibistanan dest pê kir.

Rêveberên dibistanê wê di nava 10 rojan de li hola civînana a Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya li bajarê Reqayê waneyan li ser şêwazê birêxistinkirina xwendekar û mamosteyan bibînin. Her wiha dê pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a bi navê " Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk-Rojhilata Navîn" bixwînin û li ser wê nîqaş bikin.

Hevserokê Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a Kantona Reqayê Bozan El Elî diyar kir ku ev cara yekemîn e ku li kantonê perwerdeyeke bi vî rengî tê birêxistinkirin. Bozan El Elî diyar kir ku dê tevahî rêveberên dibistanan di betlaneya havînî de tev li van perwerdeyan bikin da ku karibin xebata xwe ya pîşeyî û rêxistinî pêş bixin.

Li kantona Reqayê 397 mamoste hene. Li van dibistanan 5 hezar 458 mamoste perwerdeyê didin 113 hezar û 684  e.

(bb)

ANHA