Nebûna jinan di navendên biryardayînê de li ser siberoja Sûriyeyê gef e

Jinên çalakger ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku jina Sûriyeyî beşeke resen ji dîrok û şaristaniya civaka Sûriyeyê bû û hîn jî wiha ye û got nebûna wan di cihê biryardayînê de gefên yekser li pransîbên demokrasiyê dixwin.

Nebûna jinan di navendên biryardayînê de li ser siberoja Sûriyeyê gef e
20 nîsan, 2025   07:45
REQA
MIZGÎN ELÎ

Hîna "Danezana destûrî" a desthilata Şamê rastî bertek û nerazîbûnan tê, bi taybet digel paşguhkirina aşkera ya rola jinan di sazkirina qonaxa bê de û tenê daniştik di hikumetê de ji jinan re hatiye dayîn. Jinên çalakger û pêşeng ev yek bi berdewamkirina metoda bidûrxistina siyasî û civakî ya li dijî jina Sûriyeyê bi nav kir.

Girêdayî mijarê, berdevka Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Fatme El Elî axivî û got: "Nebûna jinan di navendên biryardayînê de li ser siberoja Sûriyeya demokratîk ku tevahî Sûriyeyî hêvî dikin, xeterî ye."

Fatme wiha domand. "Em dizanin ku nebûna jinan di tu aliyekê de tê wateya nebûna demokrasî û azadiya rasteqîn. Ji lew re em bang dikin ku jin di tevahî aliyên siyasî, leşkerî û dadweriyê de hebin. Ji ber ku jina Sûriyeyê di gelek qadan de karînên xwe îsbat kir, bi taybet di nava projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de."

Mamosteya Zanîngeha Şerq Newroz Muslim got paşguhkirina jinan di avakirina hikumeta nû de ne tesadufî ye, berovajî divê bi rêya hevgirtina jinan li hundir û derve li hember wê nêrîna dûrxistinê were sekinandin û wiha domand: "Divê nebûna jinan a îro di jiyana siyasî û civakî de baş were xwendin. Wekî ku di destûra nû de zelal bû ku garantiya mafên jinan tune bû û hebûna jinek bi tenê di hikumeta nû de nîşaneya aşkera ya siyaseta paşguhkirin û bidûrxistinê ye."

Newroz wiha li gotina xwe zêde kir: "Em jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bawer dikin ku bi xwişkên xwe yên li hundirê Sûriyeyê re tevgereke siyasî ya jinan ava bikin. Da ku bikaribe dengê jinê di sazkirina siberoja demokratîk a pirrengî ya nenavendî de ferz bike, ku cihê xwezayî yê jinê di xebata siyasî û civakî…hwd de misoger bike."

Newroz diyar kir ku şer valahiyek çêkir û olperestan xîtabên olperestî kirin û wê jî hişt jin zêdetir werin bidûrxistin û wiha pê de çû: "Jina Sûriyeyê beşek resen ji dîrok û şaristaniya vê civakê bû û hîn jî wiha ye. Em vê reşkirinê ku hin alî hewl didin îro, li ser jinê di bin perdeya hikumeta nû de ferz bikin, qebûl nakin."

Li aliyekî din jî hevseroka Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Meha El Ubeyd got: "Em bi hêvî ne jinê di wezaretên bingehîn de bibînin, weke me di tecrûbeya Rêveberiya Xweser de dît, ku jin bi rêya ji sedî 50 cihê xwe di biryardayînê de digire."

Di dawiyê de her sê çalakgeran diyar kir ku nebûna jinê di navendên biryardayînê de wê siberojeke demokratîk ji Sûriyeyê re pêk neyne. Her sê jinan bang li desthilata Şamê kir ku li nêrîna xwe ya siyasî vegere û nûnertiya adilane û berfireh a jinan di tevahî qadan de misoger bike.

(fr)

ANHA