Sersaxî ji malbata şehîd Salih Xelîl re hat dayîn

Xelkê bajarê Amûdê, gund û bajarokên wê sersaxî da malbata şervanê QSDʹê şehîd Salih Xelîl.

5 cotmeh, 2024   19:41
QAMIŞLO

Xelkê bajarê Amûdê, gund û bajarokên wê berê xwe da gundê Belîqiyê û sersaxî da malbata şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Goran Amûdê (Salih Xelîl). Goran Amûdê di 3ʹyê Cotmehê de dema li ser erka xwe bû şehîd bû.Di merasîmê de endamê Desteya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Ziyor Elî sersaxî da malbata şehîd û got: "Şoreşa ku fermandarên wê şehîd bin, dê bi ser bikeve."

Endamê Meclisa Leşkerî Mihemed Seîf Ferso jî sersaxî da malbata şehîd û soza tolhildanê da.

Rêvebera Kongra Star Nûra Hisên axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de bi taybet jinan hedef digirin. Ji ber ku jin xwedî vîna xurt in."

Rêvebera rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Amûdê Fûad Deqorî sersaxî da malbata şehîd û got divê li dijî dijmin berxwedana were xurtkirin û kesên xwe û welatê xwe difiroşin hesab ji wan were xwestin."

Rêvebrê Meclisa Bajarokê Tobiz Ebdullah Kenan teqezî bi berxwedan û meşa li ser xeta şehîdan kir.

Her wiha apê şehîd, Ebdulwehab Xelîl jî soza şopandina rêça şehîdan heta serketinê da.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)

ANAH