Minbicê meclisa xwe ya aborî ava kir

Di civîna Desteya Aborî de ya bi gelek saziyên aborî re ragihandina Meclisa Aborî ya Minbicê hat ragihandin.

Minbicê meclisa xwe ya aborî ava kir
Minbicê meclisa xwe ya aborî ava kir
5 cotmeh, 2024   19:56
MINBIC

Piştî derbasbûna 11 mehan li ser erêkirina bendên Hevpeymana Civakî ji hêla Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve, ragihandina Meclisa Aborî hat kirin.

Di civîna Desteya Aboriyê li dar xistiye de komîteyên ji bo Meclisa Aborî hatin avakirin. Her wiha hevserokên wê hatin erkdarkirin.

Meclisa Aborî ya Kantona Minbicê li gorî encamnameya civînê ji 11 komîteyan pêk tê û wiha ne:

Komîteya Depo, Aş û Firnan

Komîteya Çandinî û Sewalvaniyê.

Komîteya Kooperatîfan

Komîteya Pîşesaziyê

Komîteya Bazirganiyê

Komîteya Serjimarî û Plansaziyê

Komîteya Sûkên Civakî

Komîteya Lêkolîn û Pêşxistinê

Komîteya Laboratuwaran û Taybetmendiyan

Komîteya Malî (Darayî)

Meclisa Jinan

Armanc ji avakirina meclisê, rêxistinkirina aboriyê bi awayekî rêzîn û hevgirtî; destpêkê ji komîn, bajarok, bajar û kantonan heta bi Meclisa Giştî ya Aborî, geşkirina parastina jîngehê. Her wiha armanca wê belavkirina dewlemendiya aboriyê bi awayekî adilane, xurtkirina jinan ji bo beşdariya aktîf û xwezayî di tevahî aliyan de ji bo misogeriya hevsengiyeke giştî.

(fr)