Qamişlo amadekariyên meşa 9`ê Cotmehê dike
Li bajarê Qamişlo amadekariyên mêtînga mezin ku di 9`ê Cotmehê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bê lidarxistin, tên kirin. wê ji bajar û bajarokên derdorê jî bi deh hezaran tevlî meşê bibin.
Inîsiyatîfa Gel a bajarê Qamişlo bi hatina salvegera 26`an a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, amadekariyên meşa 9`ê Cotmehê dike. Meş di bin dirûşma pêngava navneteweyî ya “Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” wê bê lidarxistin.
Li gorî agahiyên ku me ji Inîsiyatîfa Gel girtine wê şêniyên 8 bajarên Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Amûdê, Til Koçer û Til Hemîs tevlî meşê bibin, wê meş li navenda bajarê Qamişlo bê lidarxistin û bi deh hezaran welatî ji bo beşdariya meşê amadekariyên xwe dikin.
Meş 9`ê Cotmehê saet 11.00`an ji çerxerêya Osman Sebrî dest pê dike û bi axaftinan li ber çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo bi dawî dibe.
Inîsiyatîfê bang li welatiyan kir ku tevlî meşa girseyî bidin.
Sibe Inîsiyatîfa Gel a Bajarê Qamişlo saet 11. 00`an li ber Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a Qamişloyê ji bo banga tevlîbûna meşê daxuyaniyekê dide.
(sb)
ANHA