Sersaxî ji malbata şehîd Ebdullah Omer re hat xwestin
Şêniyên Qamişloyê sersaxî ji malbata şervanê QSD’ê şehîd Şervan Qamişlo re xwest.
Şêniyên Qamişlo li taxa Qenat Siwês a bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê sersaxî da malbata şervanê Hêzên Komandos ên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Şervan Qamişlo (Ebdullah Omer).
Şervan Ebdullah Omer di17’ê Nîsanê de, li bajarê Hesekê di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûbû.
Di merasîmê de bi sedan şêniyên Qamişlo, saziyên leşkerê û sivîl, partiyên siyasî amade bûn.
Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ziwer Elî axivî û got: "Di kesayeta şehîd Şervan de em hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Heke em behsa şehîdan bikin pêwîst e em bi gotinên Rêber Abdullah Ocalan û malbatên şehidan dest pê bikin. Malbatên şehîdan di Şoreşa Rojava de di warî piratîkê de gotin, welat ji kezebê şêrîntir e û ciwanên me canê xwe li ber welat feda kirin. Dema ku dahola şer li ber deryên me bû ciwanên me canê xwe da û li pişt xwe meyze nekirin."
‛EM SOZA BI ŞEHÎDAN RE NÛ DIKIN’
Li ser navê Meclisa Leşkerî ya bajarê Qamişlo Nezîr Sofî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Welarparêziya şehîd dîrok şahidê vê gotinê ye. Dema ku şehîd li hemberî dijmin disekine û gavekê diavêje qehremantî tê bîra gel. Em çiqas behsa şehîdn bikin, em deyîndar in. Xeta şehîdan zengilê azadiyê ye."
Li ser navê Kongra Star a Qamişlo, dayika şehîd Welîd, Şeha axivî. Şeha bi navê hemû şehîdên azadiyê silav ji Îmraliyê re şandin û got: "Em berxwedana Rêbetî pîroz kirin û ji malbata şehîd Şervan re dibêjin pîroz be ku we jî cihê xwe di nava malbatên şehîdan de girt. Em şervanên xwe yên li eniyên şer û girtiyên di girtîgehan de silav dikin û qehremantiya wan pîroz dikin."
Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
(xb/fr)
ANHA