Xelkê Dêrazorê şervanekî xwe oxir kir

Xelkê kantona Dêrazorê cenazeyê şervanê QSD’ê şehîd Cîhad Kemal Ebdulqadir spart axê û soza şopandina rêça şehîdan heta pêkanîna serkeftinê da.

Xelkê Dêrazorê şervanekî xwe oxir kir
Xelkê Dêrazorê şervanekî xwe oxir kir
Xelkê Dêrazorê şervanekî xwe oxir kir
Xelkê Dêrazorê şervanekî xwe oxir kir
Xelkê Dêrazorê şervanekî xwe oxir kir
Xelkê Dêrazorê şervanekî xwe oxir kir
Xelkê Dêrazorê şervanekî xwe oxir kir
Xelkê Dêrazorê şervanekî xwe oxir kir
Xelkê Dêrazorê şervanekî xwe oxir kir
19 nîsan, 2025   16:31
DÊRAZOR

Xelkê kantona Dêrazorê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, partiyên siyasî, Rêxistinên Civaka Demokratîk, Kombûna Jinan a Zenûbiya û şervanên QSD’ê, şehîd Cîhad Kemal Ebdulqadir li Goristana Şehîd Hanî El Hesen li bajarê El Besîra yê kantonê oxir kir. Şervan Cîhad li bajarokê Zîban ê kantonê dema li ser erka xwe bû, di 11’ê Nîsanê de şehîd bû.

Di merasîma oxirkirinê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantonê Reşa Mihemed sersaxî da malbata şehîd û got: "Şehîd di van rewşên zehmet de dersên jiyanî dan me û axa welat bi fedakariyên xwe parastin ku zarokên me bi azad bijîn."

Reşa wiha domand: "Em dev ji parastina xwe ku bi saya şehîdan hatiye parastin bernadin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê li Besîra Ebû Mistefa El Şihêl axivî û soza şopandina rêça şehîdan û domandina têkoşînê heta pêkanîna serkeftinê da.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

(fr)

ANHA