PYD’ê astengiyên li pêş pêvajoya aştiyê şîrove kirin
Rêxistina PYD’ê ya bajarê Helebê ji hiqûqnasan re rewşa siyasî, rûdanên li qada Sûriyeyê, kî pêvajoya siyasî ya li herêmê bi rê ve dibe û rêbazên pêkanîna wê, astengiyên li pêş vê pêvajoyê, şîrove kirin.
Ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên siyasî yên li qada Sûriyeyê, encamên peymanên di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û desthilata Şamê de hatine îmzekirin, Nivîsgeha Têkiliyan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li hola Telêt Heleb a li rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê ji hiqûqnasan re civînek li dar xist. Di civînê de parêzerên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û yên taxên din ên Helebê amade bûn.
Endamê PYD’ê Hisên Çiya "Banga Aştî û Civaka Demokratîk " a Rêber Abdullah Ocalan nirxand û bi giştî wesif kir û got: "Weke her carê perspektîvên Rêbertî banga aştî û avakirina civaka demokratîk dikin ku tê de edalet û wekhevî hebe."
Çiya diyar kir ku li ser astên Erebî û navneteweyî bang hat pêşwazîkirin, tenê dewleta Tirk hîna di helwesta xwe de dudilî ye û tu gaveke pratîk ji bo piştgiriya pêvajoya aştiyê neavêtiye.
Beşdaran gelek pirsên der barê ajoyên pêkanîna peymanan bi desthilata Şamê re û asta aktîvbûna wan û derfeta vegera ewle li Efrînê di bin garantiya navneteweyî de, kirin.
Ji bo bersivdana van pirsan, rêvebera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Avaşîn Efrîn axivî û got: "Aliyê ku xwedî hêza rêxistinî û leşkerî ye ew dikare biryarên çarenûsî bide."
Avaşîn wiha domand: "Peymanên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de demkî ne û ji ber destwerdanên derve dikarin werin binpêkirin, nexasim destwerdana dewleta Tirk ku bi rêya saziyên xwe yên îstîxbaratê hewl dide xalên peymanê bên derengxistin."
Her wiha Avaşîn diyar kir ku ji bo vegera koçberên Efrînê li warê xwe bêyî ku çeteyên dewleta Tirk li dijî wan sûcan pêk bînin, pêwîstî bi garantiya navneteweyî heye û ew yek bi vekişîna hêzên dewleta Tirk ji tevahî xaka Sûriyeyê pêkan e."
Di dawiyê de beşdaran got divê zexta ji bo çareseriya siyasî ku mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê bên parastin dewam bike.
(fr)
ANHA