Sersaxî dan malbata şehîd Xemgîn Heleb

Şêniyên Hesekê sersaxî da malbata şervanê HREˈyê şehîd Xemgîn Heleb.

Sersaxî dan malbata şehîd Xemgîn Heleb
Sersaxî dan malbata şehîd Xemgîn Heleb
Sersaxî dan malbata şehîd Xemgîn Heleb
Sersaxî dan malbata şehîd Xemgîn Heleb
Sersaxî dan malbata şehîd Xemgîn Heleb
Sersaxî dan malbata şehîd Xemgîn Heleb
Sersaxî dan malbata şehîd Xemgîn Heleb
Sersaxî dan malbata şehîd Xemgîn Heleb
Sersaxî dan malbata şehîd Xemgîn Heleb
Sersaxî dan malbata şehîd Xemgîn Heleb
Sersaxî dan malbata şehîd Xemgîn Heleb
11 cotmeh, 2024   14:12
HELEB

Ji bo şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Xemgîn Heleb (Xelef Dahir) ku 7ˈê Cotmehê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, taziye hate danîn. 

Tevî şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, endamên saziyên sivîl, meclis, komîn, partiyên siyasî û yekîneyên parastinê herikîn bi konê sersaxiyê ku li pêşiya mala şehîd a li herêma Marûf a Helebê hatiye vedan.

Di bin konê sersaxiyê de piştî deqeya rêzgirtinê hevserokê Meclisa Giştî ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Nûrî Şêxo sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Bi fedaîtiya şehîdan welat azad dibin û aştî mîsoger dibe."

Rêvebera Meclisa Şehîd Şîlan Kobanê Ferîda Zekereya jî anî ziman ku bi pêkvejiyanê destkeftiyan bi dest dixin û planên dagirkeriyê têk dibin.

Piştre wesîqeya şehadetê ya şehîd Xemgîn hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(bb)

ANHA