Serpêhatiye pêşmergeyekî ji Pêşmergeyên Roj qut bûye

Pêşmergeyekî ku ji Pêşmergeyên Roj qût bûye yê bi navê Ehmed Yusif diyar kir ku piraniya kesên tev li wan dibin temen biçûk in. Her wiha aşkera kir ku PDK`ê û îstixbarata dewleta Tirk, ew xapandine ji ber wê bang li pêşmergeyên din kir ku çekên xwe deynin û vegerin.

Serpêhatiye pêşmergeyekî ji Pêşmergeyên Roj qut bûye
23 gulan, 2024   03:45
QAMIŞLO

Ehmed Yusif ji bajarê Qamişlo a kantona Cizîrê ye. sala 2012`an li Başûrê Kurdistanê tev li Pêşmergeyên Roj dibe. Dûra 21`ê Nîsana 2018`an ji wê komê qut dibe û vedigere bajarê xwe û tev li Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD) dibe.

Ehmed Yusif da zanîn ku piraniya kesên tev li Pêşmergeyên Roj dibin, temen biçûkin û wiha domand dema ev hêz ava bû, ji me re digotin em ê biçin Rojava şoreşa Rojanva biparêzin, li ser vê esasê em biîn perwerdê. Lê pîştê perwerdê Roj bi roj, pîvanên ava kirina vê hêzi guherîn.

Yusif balkişand li ser soza ku Masûd Barzanî dayî wan û wiha got: “Mezûd Barzanî soz da me ku we me tev li tu partiyan siyasî neke. Lê piştî 3 salan, Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) alîgirên xwe tev li hêzê me kir û mîna kanserê di nava hêzê de belav bûn."

Yusif balkişand ser rola dewleta Tirk a ava kirina pêşmergeyên Roj û got: “Roj bi roj me dît ku ev hêz girê daye dewleta Tirk û MÎT`a Tirk e. Taybet jî di Sala 2018`an de Ahmet Davûdoglu hat civîn bi mera çêkir. Wê demê ji me ra gotin wê Koalîsyona Navneteweyî bê serdana we bikin. Lê ya hatî Davûdoglu bû. Em şaş bûn. Davûtoglu wiha got, me we perwerde dikin ji bo ku hûn vegerînin welatê me ji bo şerê artêşa azad a Sûriyeyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bikin. Ji ber Piraniya ciwanên tev li hêzê bûne, biçûk bûn Bandor wan dikir wê demê min fêm kir ku me dixapînin."

Yusif wiha pê de çû: di sala 2017’ê 3`yê Adara bi daxwaza dewleta Tirk li bajarokê Xanesorê yê Şengalê êrişên PDK`ê û Pêşmergeyên Roj de min paşta gav avêt ji ber min nedixwest ez birayên xwe bikujim. Wê demê 3 rojan hatim girtin û lêpirsîn bi min re hat çêkirin.

Yusif destnîşan kir ku ji ber berxwedana Efrînê dev ji Pêşmergeyên Roj berdaye û vegeriya Rojava û niha şervanekî QSD`ê ye.

Di dawiyê de Yusif bang li Pêşmergeyên Roj kir ku çek deynin û vegerin malên xwe.

Şx)

ANHA