'Armanc ji tecrîdê tunekirina gelê Kurd e'

Siyasetmedaran destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi rêya girankirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan, hewl dide gelê Kurd tune bike. Her wiha siyasetmedaran diyar kir ku bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan doza Kurd nayê çareserkirin.

'Armanc ji tecrîdê tunekirina gelê Kurd e'
23 gulan 2024   02:35
QAMIŞLO

Ji 25'ê Adara 2021'an ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayên wergirtin. Ji wê demê ve jî dewleta Tirk a dagirker hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan bi malbat û parêzeran re bi bihaneya "cezayên dîsplînî" yên ku di 21'ê vê Gulanê de jî hatin dirêjkirin, qedexe dike.

Sekreterê Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî Ciwan Ebdulkerîm Siko bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û got: "Siyasetên desthilata Tirk ên qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran bi Rêber Abdullah Ocalan re ne nû ne. Ew siyaset encamên siyasetên bidawîkirina gelê Kurd e û ji zêdetirî 100 salî ve dewam dikin."

Siko diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan nûnertiya tevahî gelê Kurd dike û fikrên wî hêdî hêdî li seranserî cîhanê belav dibin û wiha domand: "Êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rojava bi armanca tunekirina fikrê Rêber Abdullah Ocalan in."

Siko bang li tevgera siyasî ya Kurdî kir kir ku li hemberî Rêber Abdullah Ocalan xwedî li erkên xwe derkevin û li ser asta navneteweyî û cîhanî çalakiyan li dar bixin.

Her wiha Siko diyar kir ku dive lêvegereke Kurdî û Kurdistanî ji bo bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina doza Kurd bê avakirin.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Dîmuqrata Kurdistanê – Rojavayê Kurdistanê (PDK-RK) Refîq Îbrahîm diyar kir ku armanc ji tecrîdê tunekirina gelê Kurd e û got: "Pêwîst e tevgera siyasî ya Kurdî rola xwe ji bo bidawîkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker bilîze nexasim rola xwe di bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de bilîze."

Îbrahîm diyar kir ku pêwîst e helwesteke yekbûyî ya tevgera siyasî ya Kurdî li hember tecrîdê bê nîşandan, çalakî bên lidarxistin û zext li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî bê kirin.

Di dawiya axaftina xwe de Îbrahîm wiha got: "Bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan doza Kurd çareser nabe. Ev her du doz bi hev ve girêdayî ne. dozen li herêmê asê mane jî dikarin bi fikir û felsefeya Rêbertî werin çareserkirin."

(mh)

ANHA