Serokwezîrê nû yê Ukraynayê hat tayînkirin

Parlamentoya Ukraynayê Serhiy Korytsky wek serokwezîrê nû hat tayînkirîn.

Serokwezîrê nû yê Ukraynayê hat tayînkirin
16 tîrmeh, 2026   17:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Parlamentoya Ukraynayê îro serokê berê yê kampanyaya ‘‘Naftogaz‘‘ Serhiy Korytsky wek serokwezîrê nû tayîn kir.

Serhiy Korytsky ku ji aliyê Serok Volodymyr Zelensky ve hatibû destnîşankirin ji aliyê 289 parlamenteran ve hat piştgirîkirin.

Korytsky (48) yek ji kesayetiyên aborî yên herî navdar ên Ukraynayê ye. Berê wekî serokê kampanyaya Naftogazê kar dikir û şîrketên Ukrnafta û Ukrtnafta yên enerjiyê jî rêve dibir.

(bb)