Serokê YNK: Bila xelata Bile pêşkêşî Şervan Kobanê bê kirin

Di merasîma xelatên zêrîn a Bile de serokê YNK’ê Bafil Talebanî pêşniyar kir ku sala bê xelata Bile pêşkêşî şehîd Heval Ebdo (Şervan Kobanê) bê kirin. Talebanî got: “Wê ev peyam piştgiriyek be ji bo xwişk û birayên me li Sûriye û peyameke ji bo neyar û xiyanetkaran.”

Serokê YNK: Bila xelata Bile pêşkêşî Şervan Kobanê bê kirin
23 nîsan, 2024   22:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li Salona Huner a Silêmaniyê 18’emîn merasîma dabeşkirina xelatên zêrîn a Bile (Îbrahîm Ehmed) ku di çiqên nivîs, siyasî, têkoşîn û hûnerî de tê dayîna kesayetan hat lidarxistin. Di merasîmê de serokê YNK’ê Bafil Talebanî peyamek pêşkêş kir û got: “Ez îro pêşniyarek ji Şanaz Îbrahîm Ehmed û komîta amadekar a merasîmê re dikim, sala 2025’an xelata zêrîn a Bile ji şehîd Heval Ebdo (Şervan Kobanê) re bê dayîn. Ew yek ji têkoşerên Kurdistanê bû, mafê wî ye ev xelat pêşkêşî wî bê kirin.”

Di dewamê de Talebanî got: “Ev peyameke ji bo piştgiriya hemû xwişk û birayên me yên li Sûriyeyê û hemû Kurdek ku xebatê ji bo Kurdek serbilind û azad dikin. Peyameke jî ji bo dijminên me û ji bo xiyanetkarên ku li gel dijminên me kar dikin. Em her Kurd bûn û em ê her Kurd bimînin.”

Fermandarê Yekîneyên Antî Terorê ya Rojavayê Kurdistanê Heval Ebdo (Şervan Kobanê) şeva 15’ê Adara 2023’yan li gel 8 hevrêyên xwe li devera Behdînanê di encama ketina du helîkopteran de şehîd bûn.