Êrişên dagirkeriyê li Girkê Legê hatin şermezarkirin

Partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên navçeya Girkê Legê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrişên li dijî kanalên Stêrk û Medya Habar li Belçîkayê şermezar kirin.

Êrişên dagirkeriyê li Girkê Legê hatin şermezarkirin
23 nîsan, 2024   21:30
QAMIŞLO

Daxuyanî li pêşiya navenda Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a navçeya Girkê Legê ji aliyê endama Partiya Wîfaq a Kurdî li Sûriyeyê Canda Xelef ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bi tevkariya PDKˊê li dijî Metîna hatin şermezarkirin.

Her wiha êrişa polîsên Belçîkayê ya li dijî navendên kanalên Stêrk TV û Medya Habar hat şermezarkirin û hate gotin NATO bi aşkera yan nepenî li kêlek siyaseta faşîst a Tirk e.

Partiyan di dawiya daxuyaniyê de banga girîngîdayîna berjewendiya gelê Kurdistanê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê, têkbirina êrişên polîsên Belçîkayê li dijî kanalên Kurdî û serhildana li hember siyasetên qirêj hat kirin.

(mh)