Şehîd Rojhat Dêrik hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên Dêrik û navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê cenazeyê şervanê QSDˊê Rojhat Dêrik li Goristana Şehîd Xebat Dêrik oxir kir.

Şehîd Rojhat Dêrik hat oxirkirin
Şehîd Rojhat Dêrik hat oxirkirin
Şehîd Rojhat Dêrik hat oxirkirin
Şehîd Rojhat Dêrik hat oxirkirin
23 nîsan, 2024   22:18
QAMIŞLO

Bi sedan şênian cenazeyê şehîd Rojhat Dêrik (Silêman Silêman) ku di 22ˊyê vê mehê de şehîd bû, ji Nexweşxaneya Wetenî ya Dêrikê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê ketin.

Li goristanê, şervanê QSDˊê Xalid Mihemed axivî û got şehîd Rojhat Dêrik soz da şehîdan ku ew ê li ser rêça wan bimeşe û heta asta şehadetê li ber xwe da.

Dûre wesîqeya şehîd ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radstî malbatê hat kirin.

(fr)