Serokê Meclisa Eşîra El Tey têkildarî hewldanên provokasyonê hişyarî da

Serokê Meclisa Eşîra El Tey a Ereb şêx Hisên Ferhan Ebdulrehman El Tayî têkildarî bikaranîna xwepêşandan ji bo zêdekirina rageşiya di navbera Ereb û Kurdan de hişyarî da û daxwaza zêdekirina dan û standina di navbera pêkhateyên de herêmê kir.

Serokê Meclisa Eşîra El Tey têkildarî hewldanên provokasyonê hişyarî da
9 cotmeh, 2026   07:44
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Der barê bûyerên dawîn ên li Hesekê de ku ala kurdî hat şewitandin, esrokê eşîra El Tey a Ereb şêx Hisên Ferhan Ebdulrehman El Tayî ji ANHA`yê re axivî û da zanîn ku hinek alî hene dixwazin fitneyê derxin.

Şêx Hisên Ferhan Ebdulrehman El Tayî diyar kir ku hinek aliyên di hundir û derveyî Sûriyeyê de hewl didin fitneyê derxin lê li Sûriyeyê Kurd, Ereb, Xiristiyan, Êzidî, Elewî û Durzî hene û Sûriye ya hemûyan e.

REDKIRINA FITNE Û PEVÇÛNA EREB KURDAN

El Tayî destnîşan kir ku tişta niha dibe hewldanên derxistina fitne, kuştin û tevlîheviyê ye, kesayetên Kurd, Ereb û Xiristiyan hene herêmê ewel û bi istiqrar dixwazin, ev in ew kesayatên ku dibin palpişt, kesayetên baş û bi xêr in.

El Tayî bal kişand ser girîngiya dûrketina ji pevketineke erebî-kurdî yan kurdî-erebî, da zanîn ku pêkhateya xiristiyan jî berpirsyariya vê qonaxê radike, divê civaka xiristiyan û kesayetên wê ji bo rêgirtina li ber fitneyê, demildest destwerdanê bikin, amade bin û rewşê bişopînin.

El Tayî diyar kir ku lidarxistina xwepêşandan û meşan mafê hemû pêkhateyên Sûriyeyê ye, lê divê ev çalakî bi şêwazekî erênî têkildarî mijarên jiyanî, kêmbûna xizmetguzarî, sotemenî û bihabûn, daxwaza çareserkirina rewşên ewlehiyê, revandin, kuştin û tevlîheviyê pêk were.

Li hemberî vê yekê El Tayî der barê bikaranîna van xwepêşandan ji bo şewitandina alan û zêdekirina rageşiyê ya di navbera pêkhateyan de hişyarî da, da zanîn ala Sûriyeyê ew ala hemû pêkhateyên Sûriyeyê, Îbrahîm Henano jî berê ev al rakiriye û ew kesayeteke Kurd û Sûriyeyî ye, pêkhate Kurd dibe, Ereb dibe nabe bê paşguhkirin, nabe pêkhate hev û du xayîn derxistin, bi taybet li ser medya dijîtal.

Şêx Hisên Ferhan Ebdulrehman El Tayî destnîşan kir ku hebûna pêkahteyan li herêmê ne tiştekî nû ye, ev rewşeke bi gelek nifşan pêk hatiye, divê li gorî dema heyî xebatê danîna hişmendiya istiqrara Sûriyeyê giştî û herêma Cizîrê bi taybet bê pêk were.

‘CIZÎR JI BO HEMÛ PÊKHATEYAN E’

El Tayî daxwaz ji kesayetên eşîrî, êlî û çandî kir ku berpirsyartiya vê qonaxê rakin, da zanîn ku herêma Cizîrê ji bo hemû pêkhateyan, divê xwepêşandan ji bo bangên gelên li herêmê bi awayeke erênî dûrî gotinên derketina li dijî hev û du, yên ne li gorî Sûriyeyan pêk were.

El Tayî destnîşan kir ku di Sûriyeyê de rewşeke civakî ya cuda heye, ji civak û pêkhateyên cuda pêk tê, bi taybet li herêma Cizîrê, ew bi hêvî ne ku di navbera pêkhateyên herêmê de di demeke nêz de hevdîtin pêk werin.

El Tayî bang li aliyên ewlekariyê kir ku parastinê dabîn bike, divê ev berpisyarî ji hêla hikumetê û desthildariyê ve pêk were.

El Tayî da zanîn ku divê pêvajoya entegrasyonê bê parastin da ku îstîqrarê bi xwe re bîne.

(sb)

ANHA