‘Em ê her tim daxwaza mafê xwe yê ziman bikin’

Xelkê bajarê Hesekê anî ziman ku Biryarnameya 13’an pêdiviyên wan pêk nayne û ew daxwaz dikin xwendekar bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.

‘Em ê her tim daxwaza mafê xwe yê ziman bikin’
9 cotmeh, 2026   04:48
HESEKÊ
BILIND HACÎ

Şêniyên bajarê Hesekê anî ziman ku tenê 3 saet têra xwendekarên Kurd nakin û daxwaz kir ku perwerde bi zimanê kurdî were dayîn.

Parêzer Mihemed Emîn Dawûd Meimo got: “Li hinek dibistanan xwendekar li gorî biryara Wezareta Perwerdeyê tev negeriyan û mamosteyan jî li wan xwendekaran xistibû. Ev yek destnîşan dike ku hîna zîhniyeta partiya Baas didome. 3 saet têra zimanê kurdî nakin, em wek parêzer û mamoste em ê her tim daxwaz bikin ku materyalên perwerdeyê bi zimanê kurdî bin. Xwendekarê ku 14 salan bi zimanê dayika xwe xwendibe ew nikare xwendina xwe bi zimanê erebî berdewam bike. Rêveberiya Xweser pêkhateyên Sûriyeyê ji zimanê wan mehrûm nekir û destûr da ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.”

Ji Zanîngeha Rojava mamoste Ednan Boznî jî got: “Di lihevkirinê de hatibû gotin ku xweseriya herêmên Kurdan hebe û zimanê kurdî û hebûna zimanê kurdî were nasîn. Lê di pratîkê de ne wisa ye. Bila zimanê erebî saetekê hebe lê ya ji bo me girîng xwendin bi zimanê kurdî be. Li dibistanan jî hinek mamoste hene bi zîhniyeta rejîma Baas nêzî zimanê dayikê dibin û nabe mîna berê zimanê kurdî were paşguhkirin.”

Bêrîvan Îsmaîl li ser navê xwendekaran got ew daxwaz dikin ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û tenê 3 saetan qebûl nakin, xwendekarên refa 10’an nikarin xwendina xwe bi zimanekî dîtir berdewam bikin.

Bêrîvanê di dawiyê de got: “Em dixwazin xwendina xwe bi zimanê dayikê berdewam bikin û em ê her tim daxwaza vî mafê xwe bikin.”

(np)

ANHA