Serêkaniyê û Girê Sipî 6 sal in di bin dagirkeriyê de ne

Di 6 salên dagirkerinê yên Serê Kaniyê û Girê Spî de li her du bajaran demokrafiya hat guhertin, ji sedî 70 şêniyan hatin koçberkirin.

Serêkaniyê û Girê Sipî 6 sal in di bin dagirkeriyê de ne
Serêkaniyê û Girê Sipî 6 sal in di bin dagirkeriyê de ne
Serêkaniyê û Girê Sipî 6 sal in di bin dagirkeriyê de ne
Serêkaniyê û Girê Sipî 6 sal in di bin dagirkeriyê de ne
Serêkaniyê û Girê Sipî 6 sal in di bin dagirkeriyê de ne
Serêkaniyê û Girê Sipî 6 sal in di bin dagirkeriyê de ne
Serêkaniyê û Girê Sipî 6 sal in di bin dagirkeriyê de ne
Serêkaniyê û Girê Sipî 6 sal in di bin dagirkeriyê de ne
Serêkaniyê û Girê Sipî 6 sal in di bin dagirkeriyê de ne
Serêkaniyê û Girê Sipî 6 sal in di bin dagirkeriyê de ne
Serêkaniyê û Girê Sipî 6 sal in di bin dagirkeriyê de ne
9 cotmeh, 2025   02:35
HESEKÊ
BOTAN HOSÊN - BILIND HACÎ

Di 9’ê Cotmeha 2019’an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li hemberî Serêkaniyê û Girê Spî êriş dan destpêkirin. Di ser êrîşan û dagirkirina bajaran re 6 sal derbas bûn. Di van salan de bi hezaran kesên neçarî koçberiyên bûn, di şertên zehmet de jiyan kirin, li navan herdu bajaran jî wêranî, guhertinên bizorê çêbûn. 

BERÎ ÊRÎŞÊ!

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê, di 23`ê Adara 2019`an de, bajarê Baxozê, baregeha dawî ya çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir,  Tirkiyeyê êdî nikarîbû bi rêya çeteyên DAIŞ`ê hewldanan bike. Lê vê carê di bin navê, "parastina ewlehiya xwe ya neteweyî" de, êriş pêk anîn.

Ji bo jinavbirina hincetên dewleta Tirk a dagirker, QSD’ê 7’ê Tebaxa 2019`an qebûl kir ku dewriyeyên hevbeş ên Amerîka û Tirkiyeyê li herêmên sînor bi kûraiya 5 heta 9 kîlometreyan bigerin. QSD’ê her wiha diyar kir ku dê hêz û çekên xwe yên leşkerî vekişîne, xendekan û bendên axê hilweşîne, xalên kontrolê yên leşkerî rake.

Li aliyê din di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan de hevdîtin hatin çêkirin. Piştî van hevdîtinan Amerîkayê hêzên xwe ji deverên sînor û nava Serêkaniyê vekişandin.

DESTPÊKIRINA ÊRIŞAN

Êrişa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî 9’ê Cotmeha 2019’an saet di 16:00 de dest pê kir.

Di vê derbarê de, koçbera ji Serêkaniyê Asya Newaf got ku ew û malbata xwe ji ber zêdebûna bombebarana bejahî û hewayî neçar man ku bi tankerek avê bi şeş malbatên din re derkevin.

Koçberê ji Serê Kaniyê û şahidê êrişên dagirkeriyê yên wê rojê Silêman Dawud jî got, "Dema ku bombebarana bajarê me dest pê kir, hemû sivîl neçar man ku ji malên xwe derkevin, her tiştên xwe li dû xwe hiştin."

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de balafirên şer, topên giran û çekên qedexekirî yên mîna fosfora spî, bi kar anî. Şeş kes bi çekên kîmyewî birîndar bûn, di nav wan de zarokê bi navê Mihemed jî hebû.

BERXWEDANA LI HEMBER ÊRIŞAN

Li dijî êrişan, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di bin navê "Berxwedana Rûmetê" de berxwedanek bêhempa kirin û şer deh rojan berdewam kir.

Di vê dem demê de, dewleta Tirk a dagirker karwanekî sivîl bombebaran kir, di encamê de 11 kes, tevî nûçegihanê ajansa me, Saed Ehmed, şehîd bûn û 80 kesên din jî birîndar bûn.

SÛCÊN ŞER Û SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ

Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser Serê Kaniyê û Girê Spî de, nêzîkî 300 hezar sivîl, ji Kurd, Ereb, Suryanî, Asûrî, Çeçen û Êzidî, ji herêmê koçber bûn û malbatên çeyên Iraqî, Afganî û Tirkmenan li devrên wan bi cih bûn.

Li gorî daneyên Rêveberiya Xweser, nêzîkî 100 hezar sivîl ji Girê Spî û gundewarê wê koçber bûne. 6 hezar û 31 koçber li kampa koçberiyê ya Girê Spî dijîn, ku di 22`ê Mijdara 2019`an de li bajarokê Til Semin, bakurê Reqayê, hatiye avakirin. Kesên koçber ên mayî li seranserê Reqa, Tebqa û Kobanî belav bûne. Nêzîkî 200 hezar sivîl ji bajarê Serê Kaniyê û gundewarê wê koçber bûne, 14 hezar û 714 kes li kampa Waşo Kaniyê, ku di sala 2019`an de hatiye avakirin, dijîn. Piştî zêdebûna hejmara koçberan, Rêveberiya Xweser kampa Serê Kaniyê vekir, ku tê de nêzîkî 14 hezar û 73 koçber hene, yên mayî jî li bajarên kantona Cizîrê hatine belavkirin.

Her wiha, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 15 gundên Êzîdî yên li Serê Kaniyê û derdora wê vala kirin û şêniyên wan koçber kirin, 65 mal û hemû milkên Êzîdî desteser kirin, 80 xanî li gundên El Dawudiya û Xirbet Cemo wêran kirin û li şûna wan baregehên leşkerî ava kirin. Her wiha gorên Êzîdiyan kolan û cenaze ji wan derxistin.

Kesên koçber li kampên koçberiyê di şert û mercên mirovî yên dijwar de dijîn, bêyî piştgiriya rêxistinên navneteweyî yên wekî UNHCR, ku hîn kampên koçberan li Serê Kaniyê û Gire Spî nas nekiriye, û piraniya xizmetên mirovî yên rojane lê tune ne.

Hevserokê kampa Serê Kaniyê, Ebdilrezaq Mihemed, got ku xizmetên ku ji hêla rêxistinên sivîl ve têne peyda kirin têra Sedî 10 pêdiviyên koçberan nakin.

Mihemed destnîşan kir ku ev 6 sal in kamp nehatine nûjenkirin û diviyabû her 18 mehan carekê konan biguherin.

Asiya Newaf got ku jiyana wan li kampê gelek bi êş û dijwarî drbas dibe, lê Silêman Daûd got, "Kamp hemû pêdiviyên jiyanê peyda nake," lê ew bi hêvî ne ku vegerin Serê Kaniyê.

 BINPÊKIRINÊN MIROVÎ

Li gorî Komîteya Koçberên Serêkaniy, hejmara bûyerên girtin, windakirin, kuştin û îşkenceyê gihîşt hezar û 275 bûyeran, 72 sivîln winda ne, û nêzîkî 20 kes li ser sînorê di navbera Serê Kaniyê û bakurê Kurdistanê de hatin kuştin. Her wiha li bajarê Serê Kaniyê û gundewarê wê jî 15 bûyerên destdirêjiya jinan pêk hatine.

GUHERÎNA DEMOGRAFÎK Û ÇANDÎ

Bi dagirkirina bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî re, dewleta Tirk a dagirker dest bi guhertina nasnameyên wan ên çandî kir. li dibistanan zimanê Tirkî û pirtûkên dibistanê yên Tirkî hatin ferzkirin. Her wiha bi bicihkirina nêzîkî 3 hezar û 200 malbatan demografiya herêmê guhert.

Li gorî Komîteyan koçberên Serê Kaniyê 75 malbatên çeteyên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ'ê hatine bicihkirin, Sedî 87 niştecihên resen koçber bûne, tenê 44 Kurd li Serê Kaniyê mane.

Li gorî komîteyê, çeteyan Sedî 98 erdê çandiniyê yê Kurdan, digel 6 hezar û 300 mal û hezar û 900 dikanan desteser kirine. Her wiha, 65 gund ji niştecihên xwe yên resen hatine valakirin, û 5 gundên din jî hatine hilweşandin. Gundê Eyn El Hisan ê li Serê Kaniyê bi tevahî hatiye hilweşandin û li sûna wê baregehên çeteyan hatine avakirin.

Ji dema ku bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, li wan herêmên rewşa bêewlehî û têkoçûna aramiyê serdest e. Ji wê demê ve, 130 caran şer di navbera çeteyan rû daye û 75 caran bombebaran çêbûne.

Ev rewş derewên dewleta Tirk a dagirker nîşan didin. li bajarên dagirkirî yên mîna Serê Kaniyê, Girê Spî, Cerablus, El Bab, Ezaz û Efrîn binpêkirinên mafên mirovan û guherîna demografî berdewam e.

(k)

ANHA