"Biryarnameya 188 nasnameya civakên resen paşguh dike"

Pêkhateyên li kantona Cizîrê biryarnameya 188 a ku ji hêla Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hatiye derxistin şermezar kirin û we weke hewldanek e ji bo windakirina çanda civakên kevnar ên Sûriyeyê, bi nav kirin.

"Biryarnameya 188 nasnameya civakên resen paşguh dike"
9 cotmeh, 2025   05:10
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

 Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê biryanameya sala 2025'an bi hejmara 188'an der barê roj û cejnên fermî de derxist.

 Di biryarnameyê de gelek roj û cejnên gelê Kurd û gelên din ên Sûriyê hatin paşguhkirin.

 Di biryarnameyê de Cejna Newrozê ku di roja 21'ê Adarê de ye, nehatiye destnîşankirin û li şûna wê biryara rejîma Baasê ku roja 21'ê Adarê kiribû Roja Dayikan, hatiye bicîkirin.

 Şêniyên ji pêkhateyên li kantona Cizîrê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku ev biryarname berdewama siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê yên rejîma berê ye û li dijî pirrengiya çandî ya Sûriyeyê ye.

Şêniya ji pêkateya Suryanî li bajarê Tirbespiyê Cêsîka Denho, paşguhkirina cejnên wekî Newroz û Akîto wekî hewldanek ji bo windakirina çanda civakên kevnar, bi nav kir. Cêsîka diyar kir ku dîroka van cejnan vedigere hezaran salan û bûye beşek e girîng a bîrdana civakên Sûriyeyê.

Cêsîka wiha zêde kir, "Di dema desthilatdariya rejîma Baasê de, civakan êşa dûrxistina siyasî û civakî kişandin, û îro em dibînin ku hikûmeta veguhêz heman siyasetan didomîne. "

Xedîce Elo, jina Kurd a li bajarê Amûdê, da zanîn ku ev biryar xizmeta berjewendiyên civaka Sûriyeyê nakin. Xedîce destnîşan kir ku, "Deweleta Tirk a dagirker siyasetan li ser desthilata veguhêz a li Şamê ferz dike. Gelê Sûriyeyê, bi hemî pêkhateyên xwe, ji bo avakirina dewletek demokratîk û nenavendî qurbaniyên mezin dane û dê desthilatdariya ti aliyekî derve qebûl nekin."

Şêniyê bi navê Mekseb El Seyah li bajarê Til Koçerê, biryarname şermezar kir û ew wek berdewama siyasetên dûrxistin û paşguhkirinê ya rejîma berê, bi nav kir û got, "Ev biryar berdewamiya polîtîkayên ku xizmeta daxwazên gelê Sûriyeyê nakin e."

Seyah her wiha got, "Paşguhkirina rol û çanda civakên xwecihî, yekitiya neteweyî têk dibe. Em Sûriyeyek li ser bingeha cudakariyê qebûl nakin, lê belê Sûriyeyek demokratîk û piralî dixwazin. "

Nejbîr Beşar, ji civaka Êzidî, tirsa xwe ya li ser berdewamiya polîtîkayên paşguhkirinê anî ziman, û destnîşan kir ku Êzidî di seranserê dîrokê de rastî hewldanên qirkirinê hatine, û got, "Îro, em dibînin ku desthilatdariya veguhêz a li Şamê çand û olên xwecihî paşguh dike, weke çawa rejîmên berê kirin."

(k)