Li Almanyayê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin

Êrişên komên çekdar ên girêdayî hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê li bajarên Kassel û Erfurtê yên Almanyayê hatin şermezarkirin.

Li Almanyayê êrişên li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hatin şermezarkirin
8 cotmeh, 2025   23:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Kurdistaniyên li bajarê Kassel ê Almanyayê, êrişên li ser taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê protesto kirin. Çalakvan li ber Rathaus a Kasselê kom bûn, bi hilgirtina alên YPG-YPJ’ê û berzkirina dirûşmeyan ber bi Meydana Kasselê ve meşiyan.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku divê li dijî êrişên bi vî rengî bêdeng nemînin û bang li her kesî hate kirin ku li dijî êrişan dakevin kolanan.

ERFURT

Li bajarê Erfurt ê Almanyayê, li dijî êrişên li ser taxên Kurdan ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê meş hate lidarxistin.

Meşa ku ji aliyê Kulturverein Mezopotamien eV, Women Defend Rojava, SDS JENA, JENA Entrustet Sich, URL, Youth Committee Erfurt, û Feministische Organisierung Gemeinsam Kämpfen Erfurt ve hate organîzekirin. Meş piştî daxuyaniya saet di 16:00 de li Holzmarktê hate dayîn, dest pê kir. Hevseroka Kulturverein Mezopotamien eV Narin Jendî di çalakiyê de axivî û got, "Em ji bo piştgiriya gelê xwe li vir kom bûne. Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê êrişî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li Helebê kiriye. Me careke din hêza berxwedana gelê xwe dît û em bawer dikin ku gelê me wê tu carî têk neçe. Divê em jî çalakiyên hevgirtinê yên ji bo gelê me yê li Rojava bidomînin û timî di nava çalakiyan de bin. Em ji vir bang li Yekîtiya Ewropayê jî dikin: Divê hûn piştgiriyê bidin gelê me yê Rojava."

Kurdistanî û dostên wan piştî axaftinan meşiyan. Di tevahiya meşê de êrişên Hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê hatin protestokirin û peyama hevgirtinê ya ji bo berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê hate dayîn.