Şerê DYA û Îranê rojevên medyaya erebî ye

Çavdêran diyar kir ku xwezaya asîmetrîk a şerê di navbera DYA û Îranê de rê li ber çareseriyek bilez digire. Tehran tevî windahiyên xwe operasyonên xwe didomîne, di heman demê de zexta leşkerî û aborî ya Amerîkî zêde dibe. Li gorî çavdêran, bidawîanîna vî şerî bi amadebûna Tehranê ya ji bo ji nû ve nirxandina polîtîkayên xwe ve girêdidin.

Şerê DYA û Îranê rojevên medyaya erebî ye
2 gulan, 2026   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de, cih dan şerê di navbera Îran û DAY'ê de û bandorên wê yên herêmê.

'ŞERÊ ASÎMETRÎK Û SÎNORÊN SERKEFTINEK BIRYARDAR'

Kovara El Mecele têkildarî şerê di navbera Îran û DYA'yê de destnîşan kir ku dawîanîna şer bi kirin û nekirinên rejîma Îranê ve girêdayî ye. Hate gotin, şerên asîmetrîk rê nadin çareseriyek rasterast û bilez. Aliyên lawaztir heya ku karibin şer berdewam bikin, eger bi alavên sînodar û lêçûneke bilind be jî dikarin îdîaya serkeftinê jî bikin.

Li gorî kovarê, ev cureyê şer newekheviya leşkerî derbas dibe û cûdahiyên di nêrîna siyasî û stratejîk de jî bigire nav xwe. Kovarê destnîşan kir ku DYA'yê wekî hêzek navneteweyî tevdigere ku dixwaze bandora xwe xurt bike, di heman demê de rejîma Îranê balê dikişîne ser parastina hebûna xwe ya siyasî û îdeolojîk.

Her wiha îşaret pê kir ku Tehran tevî kêmbûna bandora xwe ya herêmî û sînordariya hevpeymanên wê di rewşek înkarkirinê de ye, lew re piştgiriya hêzên navneteweyî an herêmî ji bo wê êdî ne rast e, ji ber bandora van eniyan kêm bûye.

ÎRAN DI TEVLIHEVIYEKE SIYASÎ DE YE

Rojnameya El Nehar diyar kir ku Îran di rewşek hilweşînê de ye. Hate gotin "Helwestên wê yên dîplomatîk tevlihev e. Carinan mûzakereyan red dike û carina jî dipenjirîne. Ev nêzîkatî tengezariya navxweyî û nebûna zelaliyê di stratejiya wê de nîşan dide."

Der barê helwesta DYA'yê de jî rojnameyê ev nirxandin kir "Tevî ku hişk e jî, lê heya astek pragmatîzmê  nîşan dide. DYA balê dikişîne ser armanceke taybetî ew jî rê nede Îranê çekên nukleerî bi dest bixe. Bi vî rengî ji armancên berfirehtir ên ku di destpêka şer de diyar kiribûn, vedikişe."

Rojnameyê bandora bêçalakiya Amerîka-Îranê li ser Lubnanê nirxand û diyar kir ku "Ev rewşa bêçalakiyê xizmeta aramiya welêt nake. Rageşiya berdewam derfetên gihîştina çareseriyên siyasî dereng dixe. Di heman demê de, li gel lawaziya rewşên aborî  û darayî, şerê berdewam îhtîmala aloziyê zêde dike, lew ra  her teqînek nû ji bo Lubnanê dê xeternaktir be."

'XEYALÊN ŞEREKÎ DIRÊJKIRÎ'

Rojnameya Şerq El Ewsat jî der heqê heman mijarê de destnîşan kir ku şer 4 xeyalên ku bi destpêka wî re bûn, eşkere kir û wiha domand " Ya herî girîng jî baweriya bi îhtîmala çareseriyek bilez. Lê belê, rewş nîşan da ku pevçûn tevlihevtir e û rejîma Îranê amade ye ku tevî windahiyan berdewam bike. Dorpêçên aborî jî tevî giraniya wê, dibe ku nebin sedema hilweşînek bilez, ji ber ku aboriya Îranê bi xweseriya nisbî û kanalên bazirganiyê yên alternatîf ve girêdayî ye."

(bb)