Şêniyên Tirbespiyê: QSD`ê gel ji qirkirinê ber azadiyê ve bir

Şêniyên Tirbespiyê diyar kirin ku QSD`ê gelên herêmê ji qirkirinê ber bi azadiya ve bir û xwedî derkertina li destkeftiyên şehîdan ereke.

Şêniyên Tirbespiyê: QSD`ê gel ji qirkirinê ber azadiyê ve bir
30 tebax, 2026   02:35
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Di 25`ê Tebaxê de Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mazlûm Ebdî ragihand ku QSD‘ê mîsyona xwe pêk anî û qonaxa avakirinê dest pê dike.

Şêniyên bajarê Tirbespiyê der barê rola QSD‘ê de ji ajansa me (ANHA) re axivîn.

Hisên Xalid diyar kir ku bi destpêkirina şoreşê re, pêwîstî bi hêzeke xurt ku temsîla hemû pêkhateyan bike hebû, hêzeke hate avakirin ku mafên hemû gelan biparêze û xwedî li wan derkeve.

Xalid da zanîn ku QSD`ê ji hemû pêkhateyan (Kurd, Ereb, Suryan û hwd) pêk tê û ev li gotinên xwe zêde kirin: "Di pêvajoya şoreşê de gelek êriş wekî yên çeteyên DAIŞ‘ê û komên dîtir li ser herêmên me hatin kirin. Lê lehengên me yên QSD‘ê bi berpiryarî gel parast, bedelên giran û gel ji qirkirinê ber bi azadiyê ve bir."

Hisên Xalid got ew têkoşîna QSD‘ê ya di rêya azadiyê de tu carî ji bîr nakin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bidestxistina mafên gelê Kurd di Sûriyeya nû de û parastina nasnameya kurdî serkeftineke û vedigera keda bi hezaran pakrewan û şervanên me. Em hêvî dikin ku hemû pêkhate di avakirina Sûriyeyê de cihê xwe bigrin."

Hediya Şemo got:" Em hemû şehîdên ku canê ji bo hemû pêkhateyan fedakirine bi bîr tînin, rola şervanên QSD`ê di rizgarkirina gelek herêman de xurt bû. "

Hediya Şemo da zanîn ku divê mafên gelê Kurd û tevahî pêkhateyan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin misogerkirin û xwest ku hemû gel xwedî li destkeftiyên şehîdan derkevin û nasname, çanda xwe biparêzin.

 (bb)

ANHA