Heftename: Sûriye ber bi qonaxeke nû ve diçe, dosyaya Kurdî hîn li rojevê ye

Biryara QSD‘ê ya temamkirina mîsyona xwe destpêkirina qonaxeke nû li Sûriyeyê nîşan dide, lê nîqaşên der barê entegrasyon, garantiyên destûrî û mafên gel Kurd de hîna di rojevê de ne. Li aliyekî din jî rêkberiya Enqere û Tel Avîvê li Sûriyeyê bi dawî nebûye. Şîrovekar diyar dikin ku serketina qonaxa pêş girêdayî bê ka çiqasî Şamê karibe lihevkirinan pêk bîne, rê li ber rageşiyê bigire û nehêle Sûriyeyê bibe qada şerekî herêmî.

Heftename: Sûriye ber bi qonaxeke nû ve diçe, dosyaya Kurdî hîn li rojevê ye
30 tebax, 2026   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de bidawîbûna mîsyona QSD û tevlêbûna wê ya nava saziyên dewletê, her wiha rêkberiya di navbera Tirkiye û Îsraîlê de li Sûriyeyê nirxandin.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî berî du rojan li koşa gel a Şamê daxuyaniyek girîng da û diyar kir ku QSD‘ê erka xwe ya parastinê pêk anî û derbasî qonaxa avakirinê dibe.

Medyaya erebî di rojevên xwe yên hefteya borî cih da vê mijarê, bûyer ne tenê wekî daxuyaniya bidawîbûna mîsyona hêzên leşkerî yên QSD‘ê da, lê cih da qonaxa piştî vê yekê, xwezaya garantî û lihevkirinên ku dê siberoja mafên Kurdan diyar bike.

Rojnameya El Erebî El Cedîd biryara QSD‘ê wekî  xaleke sereke ya veguherînê di têkiliêyn Şam û QSD‘ê de nirxand, lê diyar kir ku ev nayê wateya ku hemû dosya hatin çareserkirin. Hate gotin, hîna pêdiviya hin dosyayan wekî "Rêveber, siberoja dezgehên ewlehiyê, rêveberiya xweser, mafên çandî û siyasî yên Kurdan û rewşa hin teşkîleyên leşkerî" bi çareseriyê hene.

Rojnameya El Exbar a Lubnanê bal kişand ser lihevkirinên girêdayî tevlêkirina YPJ‘ê nava wezareta hundir, beşdarkirina rêveberên Kurd di saziyên dewletê û lihevkirinên têkildarî zimanê kurdî û beşdariya siyasî kir.

MAFÊN KURDAN DERBASÎ PÊVAJOYA CERIBANDINÊ DIBE

Rojnameya El Şerq El Ewsat jî diyar kir ku mijara perwerdeya bi zimanê Kurdî, mekanîzmeya tevlêkirina YPJ‘ê û siberoja rêveberan û saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser ji wan dosyayan e ku pêdiviya wan bi lihevkirinê hene.

Rojnameyê bal kişand ser mijara garantiyên destûrî yên mafên Kurdan jî û da zanîn ku serketina lihevkirinê girêdayî pêkanîna wan rêkeftinên leşkerî, beşdariya siyasî û rêveberî ya zelal di hundirê dewleta Sûriyeyê de ye.

Rojnameya Independent Arabiya bal kişand ser şêweya qonaxa nû û rolên ku dibe ku serkirdeyên QSDê piştî hevgirtinê werbigirin. Rojnameyê  li ser zimanê jêderên taybet nivîsî ku “Mazlûm Ebdî dê erkê Şêwirmendê Taybet ê Serokatiya Sûriyeyê di dosyaya Kurdî de bigre ser milê xwe” û Îlham Ehmed jî wê erkê têkiliyên derve yê Parlamentoya Sûriyeyê bigre ser xwe.

RIKBERIYA TIRKIYE-ÎSRAÎL LI SER SÛRIYEYÊ

Medyaya erebî nakokiyên Tirkiye û Îsraîlê bi taybetî piştî êrişa Îsraîlê ya li ser balafirgeha leşkerî ya Ebû El Dihûr a gundewarê Idlibê şîrove kirin.

Rojnameya Şerq El Ewset diyar kir ku Washingtonê piştî derbeya li dijî balafirgeha Ebû El Dihûr karibû pevçûnekê kontrol bike û Sûriye bûye xaleke rasterast a hesabên Enqere û Tel Avîvê.

Rojnameya El Quds El Erebî destnîşan kir ku hatina Ehmed El Şera ya li ser desthilatê, rewşeke nû ji bo Îsraîlê li Sûriyê derxistine holê, ev rewşa nû jî Îsraîlê neçar dike ku hesabên xwe di derbarê Şamê de ji nû ve bike.