Rûspiyên eşîrên Ereban: Kes nikare biratiya Kurd û Ereban xirab bike

Şêx û rûspiyên êlên Ereb diyar kir ku Kurd û Ereb bi hezaran salan tevneke civakî ava kiriye û got hewlên derxistina fitne û nakokiyan di navbera her du pêkhateyan de dê têk biçin.

Rûspiyên eşîrên Ereban: Kes nikare biratiya Kurd û Ereban xirab bike
19 kanûn, 2024   07:10
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Piştî rûxandina rejîma Baasê, dewleta Tirk a dagirker ji bo berfirehkirina qadên dagirkeriya xwe êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gur dike. Dewleta dagirker bi rêya şerê taybet û çeteyên xwe hewl dide nakokiyan di navbera Kurd û Ereban de derxe.

Şêx û rûspiyên êlên Ereban ên li kantona Cizîrê der barê mijarê de ji ajansa me re axivîn.

Şêxê eşîra Elbû Şêx ku beşek ji eşîra Begaran e, Ednan El Cedan der barê mijarê got: “Fitne razayî ye, yê ku wê hişyar bike laneta Xwedê lê be. Em pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkiliyên me bi hezar salan bi hev re hene, ev pêwendiyên me rê nadin ku li herêmên me xirabî çêbe.”

El Cedan her wiha got: "Divê em li hember kesên hewl didin aramiya herêmê têk bidin, rawestin û destên xwe bidin hev ji bo rêgirtina li ber van hewldanan. Em amade ne li kêleka pêkhateyên xwe yên din ji bo parastina rûmeta xwe, xak û gelê xwe fedakariyê bikin.”

El Cedan ji rûspiyên eşîran xwest civakê hişyar bikin û got: “Kesên hewl didin herêmê wêran bikin û aramiyê têk bibin, di civaka me de nayên qebûlkirin.”

Ehmed El Zehrawî yê ji eşîra Begara ya bajarê Hesekê jî axivî û got: "Her kes pêwendiya civakî di navbera Kurd û Ereban de dizane, em di nava xwe de dibêjin xal û xwarzî. Ev yek nîşana biratiya xurt a di navbera Kurdan û Ereban de ye.”

El Zehrawî behsa hewlên derxistina fitneyê kir û got: "Gelek aliyan hewl da nakokiyan û fitneyê di navbera her du pêkhateyan de derxin, lê ji ber girêdana dîrokî ya di navbera wan de bi ser neketin. Pêwendiyên me ne yên sedan salan in.”

El Zehrawî got: “Fitne agir e, dê her kesî bişewitîne. Em nikarin bêyî Kurdan bijîn, çawa ku Kurd jî bêyî Ereban nikarin bijîn. Jiyana me bi hev re ye, bêyî hev tu wateya wê nîn e.”

Ji rûspiyên eşîra El Sada El Tufehiyan Mihemed Ehmed El Elî jî der barê mijarê wiha got: "Bi saya kesên xêrxwaz, rûspiyên eşîran û oldaran me karî em van fitneyan pûç bikin û em ê fitneyên din pûç bikin.”

El Elî her wiha got: "Biratiya di navbera Kurd û Ereban de ne tiştekî nû ye, ew pêwendiyeke dîrokî ye, ji ber ku em xwedî nasnameya Sûriyeyê ne. Em ê bi hemû hêza xwe vê biratiyê biparêzin û rê nedin ku tu kes me parçe bike.”

El Elî di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Îro erk ketiye ser milê hemû kesên xwedî wijdan, rûspiyên eşîran, oldar û rewşenbîran ku fitneyê ji hole rakin û civakê hişyar bikin. Hevgirtina di navbera pêkhateyan de yekane rêya parastina aramiya herêmê ye.”