Şêniyên Til Birakê sersaxî da malbata şehîd Demhat

Di merasîma sersaxiyê ya şehîd Îbrahîm El Hesen (Demhat) de soza şopandina rêya şehîdan û parastina destkefiyên wan hate dayîn.

19 tîrmeh 2024   15:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi sedan şêniyên bajarê Til Birakê yê kantona Cizîrê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, rûspiyên herêmê sersaxî da malbata şehîd Demhat (Îbrahîm Ismaîl) ê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD). 

Merasîma sersaxiyê li gundê Simêhan ê rojavayê bajarê Til Birakê hate lidarxistin.

Şehîd Demhat dema li Dêrazorê 16’ê Tîrmehê şehîd bûbû.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Birakê Îman El Salih axivî û got: "Em bejna xwe li ber şehîd û tevahî şehîdan ditewînin. Şehîd sembola welatparêziyê, serbilindiyê û serfiraziyê ye. Em ê heta dawiyê li pey şehîdên xwe bin."

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Welîd El Xefo got: "Şehîd Demhat, rêya têkoşînê hilbijart. Berztirîn pileya têkoşînê jî şehadet e. Ew jî gihaşt vê pileyê. Em soz didin ku têkoşînê li ser şopa şehîdan bidomînin."

Endamê Meclisa Bajarê Til Birakê Wennas El Ebdullah jî destnîşan kir ku gelê herêmê dê “serî ji dijminên mirovahiyê re netewîne” û dê axa xwe biparêze.

Her wiha hevserokê nivîsgeha rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Til Birakê Îvan Selîm axivî û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Selîm wiha domand: "Li hember pergalên dijminên mirovahiyê, me rêya berxwedanê û fedakariyê hilbijart ji bo ku xeta jiyanê rast bikin."

Endama Kongra Star şaxê Til Birakê Hîbe El Berko jî fedakariyên şehîdan silav kirin.

Endamê Meclisa Bajarokê Simêhan Xerbî, Salih El Ayid jî teqezî bi şopandina rêya şehîdan kir.

Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(şx)

ANHA