10 serokeşîrên din yên Iraqê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

10 serok eşîrên din yên Iraqê êrişên êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

10 serokeşîrên din yên Iraqê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin
19 tîrmeh 2024   16:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Bertekên ji Iraqê yên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê didomin.

Di 16’ê Tîrmehê de 15 serok eşîrên Irqê bi daxuyaniyek hevpar êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kiribûn û piştgiriya xwe ya ji bo PKK’ê anîbûn ziman.

Duh jî 39 serokên eşîrên din yên Iraqê piştgirî dan heman daxuyaniyê û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Roj bi roj hejmara serok eşîrên îmze datînin bin daxuyaniya hevpar ya serok eşîrên Iraqê ya dijî dagirkeriyê mezin dibe.

Îro jî bi heman armancê 10 serok eşîran piştgirî dan daxuyaniya hevpar ya serokeşîrên Iraqê ku di 16’ê Tîrmehê de hatibû belavkirin.

Serokên eşîrên li Iraqê di daxuyaniya xwe de diyar dikin ku Tirkiye ji bo dagirkirina Iraqê destekê dide çeteyên DAIŞ’ê û destnîşan kirin ku yê li dijî wê şer kiriye PKK ye.

Di daxuyaniya hevpar ya ji 16’ê Tîrmehê ve serok eşîrên Iraqê piştgirî didinê de ev tişt tê gotin:

“Êrişên sîstematîk yên Tirkiyeyê yên li dijî gel û xwezaya Herêma Kurdistanê berdewam dikin. Gund û bajar tên valakirin; tên wêrankirin û jiyana mirovan dixe xeterê. Xelk ji neçarî malên xwe terk dikin û hewl tê dayîn ku herêm bibe herêmeke leşkerî.

Em dizanin ku Tirkiye niha li dijî PKK ya ku li dijî DAIŞ’ê şer dike, ji DAIŞ’ê destekê distîne. Armanca sereke ya vê yekê jî dagirkirina hinek navçeyên Iraqî û bi taybet gelê Kurde. Ev êrişên hovane sûcê şerin û bandorê li xwezaya mirovan dike. Ev sûcên ku bi hevkariya PDK’ê tên kirin, li ber çavên hikûmeta Bexdayê, civaka navnetewî, Amerîka û hêzên Koalîsyona Navnetewî ya li Dijî DAIŞ’ê pêk tên.

Di dawiya daxuyaniya xwe de serokên eşîrên Iraqê wiha bang kirin: “Em weke eşîretên birûmet yên Iraqê û serokên wan, van êrişên sîstematîk red dikin û bang li civaka navnetewî, hikûmeta Bexdayê û Parlamentoya Iraqê dikin ku ji bo rawestandina van êrişên Tirkiyeyê berpirsyartiya xwe ya mirovî, exlaqî û yasayî bînin cih.”

Navê serokên eşîretên Iraqê ku ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk metna hevpar îmze kirin wiha ne;

1- Şêx Sebar Badîwî, şêxê eşîra Bû Elî.

2- Şêx Hemîd Turkî Zîn, şêxê eşîra Bû Ziab.

3- Şêx Ehmed Turk, kesayetekî civakî ji eşîra Bû Ferec.

4- Şêx Gazî Feysel Kaûd, ji eşîra Bû ya rehmetî.

5- Şêx Hikmet Semîr Şelal. Ew ji eşîra Muhemmed e.

6- Şêx Hemed Ebdulkerîm Xerbît, ji eşîra Bû Xelîfe.

7- Şêx Mazî Raml, ji eşîra Bû Marî.

8- Şêx Seddad Kamil Dehl, şêxê eşîrê ji bo Îsa.

9- Şêx Ehmed Ferhan, ji eşîra Hazim.

10-Şêx Raad Ebdulcebar Silêman, ji eşîra Bû Esaf.