Li nêzî bendên kontrolê yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê barîkatên axê hatin bilindkirin

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li nêzî bendên kontrolê yên hevbeş ên derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê barîkatên axê bilind kirin.

Li nêzî bendên kontrolê yên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê barîkatên axê hatin bilindkirin
30 îlon, 2025   14:08
HELEB

Di saetên borî de tevgerên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li derdora taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê çêbûn. Hêzên hikumetê barîkatên axê bilind kirin.

Ev tevger bûne sedema astengiya karê bendên kontrolê yên hevbeş ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê. Bi wê re tevliheviyek di erkên ewlehiyê de û zêdebûna hişyariya ewlekariyê li derdora xalên hevbeş çêbûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ajansa me (ANHA), hêzên hikumeta veguhêz parka Tariq Bin Ziyad ya li derdora taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê veguherandiye baregeheke leşkerî.

(fr)

ANHA