Li Derayê cenazeyê pitikekê hat dîtin

Li gundewarê Derayê cenazeyê pitikekê ku şopên lêdanê li ser hebûn, li ser sergoyekê hat dîtin.

Li Derayê cenazeyê pitikekê hat dîtin
26 kanûn, 2025   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR’ê ragihand ku şêniyên taxa Mizêrîb a gundewarê rojavayê Derayê cenazeyê pitikekê li ser sergoyekê dîtin.

Li gorî SOHR’ê, bi alaveke tûj li serê pitikê hatiye xistin û di encamê de jiyana xwe ji dest daye.

Hate diyarkirin ku polîsan berî dan cihê bûyerê û cenaze ji bo lêkolînê ji aliyên têkildar re şandin.

SOHR’ê diyar kir ku ji destpêka îsal (2025) ve, li herêmên cuda yên Sûriyeyê nêzî 33 pitik ku hatine avêtin, li ser sergoyan û deverên giştî hatin dîtin.

(b)