Şêniyên Qamişloyê: Ji bo azadiya Rêbertî têkoşîna em dewam dike

Şênî û malbatên şehîdan ên li Qamişloyê girêdana xwe ya bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nîşan dan, destnîşan kirin ku azadî, hebûn, mafê wan ê destûrî girêdayî azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.

Şêniyên Qamişloyê: Ji bo azadiya Rêbertî têkoşîna em dewam dike
8 cotmeh, 2026   14:35
QAMIŞLO

Beşdarvanên xwepêşandana ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan a li bajarê Qamişlo ji ajansa me re axivîn.

Dayika Şehîd Orhan, Ayda Xelîl da zanîn ku ew ji bo daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kom bibûn, diyar kir ku ev 28 sal in ev komplo li dijî Rêber Abdullah Ocalan dewam dike û ev komplo bi armanca dûrxistina gel ji Rêbertî pêk tê.

Ayda Xelîl destnîşan kir ku gelê Kurd wê heta pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan li ser piyan be û têkoşîna xwe bidomîne, ew ti carî serî li hemberî dijmin natewînin, Rêbertî dikare hemû pirsgirêkan çareser bike, gel jî bi maf, nasname, dîrok, çand û berdêlên ku şehîdên wan dane ve girêdayî ne.

Şêniyê bi navê Kamîran Lewend Komploya Navneteweyî şermezar kir, da zanîn ku hebûna gelê Kurd, azadî û nasnameya wî girêdayî azadiya Rêbertî ye, ê ku dixwaze Rêbertî têk bibe wê dawî siyaseta wî têk biçe, ew ê heta gihandina mafê destûrî û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê li kêlek zarokên xwe têbikoşin.

Şêniya bi navê Sûad Ehmed jî diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gel xwe feda kir, dijminên wî ji fikr û pirtûkên wî ditirsin, ji ber vê yekê wî serbest bernadin.

Şêniyê bi navê Ridwan Reşîd daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku Rêbertî ne ji bo kesayeta xwe ew ji bo hemû gel û pêkhateyên Xiristiyan, Kurd, Ereb, Ermen û Çerkes têdikoşe.

Dayika Şehîd Nisrîn Yusra Mihemed Şerîf banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir, da zanîn ku hemû dizanin ku kilîta çareseriyê di destê Rêbertî de ye, gelê Kurd jî dixwaze ku Rêbertî di nav wan de azad be.

Şêniyê bi navê Guhdar Mihemed destnîşan kir ku cîhan tevahî di destpêkirina komployê de rol lîst, aliyên ku cih girtin naxwazin pergaleke hevbeş a gelan li Rojhilata Navîn were avakirin, ew alî dixwazin ew serdest bin û bi taybet li ser gelê Kurd desthildariyê bikin.

(sb)

ANHA