Şandeya ji Bakur: Em dixwazin xebatên hevpar bimeşînin

Piştî ku şandeya Bakurê Kurdistanê bi siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed û Gerînendeya Herêma Qamişloyê hevdîtin kirin, daxuyaniyek da. Hevşaredara Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecih a DEM Partiyê Devrîm Demîr got “Em hewl didin nas bikin, ji bo ku em bizanin ji niha û şûnde di nava Bakur û Rojavayê Kurdistanê de, bi taybet di qada rêveberiyên xwecih de em çawa dikarin hevkariyê bikin.”

Şandeya ji Bakur: Em dixwazin xebatên hevpar bimeşînin
Şandeya ji Bakur: Em dixwazin xebatên hevpar bimeşînin
Şandeya ji Bakur: Em dixwazin xebatên hevpar bimeşînin
Şandeya ji Bakur: Em dixwazin xebatên hevpar bimeşînin
8 cotmeh, 2026   14:26
QAMIŞLO

Piştî ku şandeya Bakurê Kurdistanê bi siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed û gerînendeya herêma Qamişloyê re hevdîtin kir û civîn pêk anîn, daxuyaniyek da. Daxuyanî li avahiya Gerînendetiya Herêma Qamişloyê hat dayîn. 

Gerînendeya Herêma Qamişlo Cîhan Hesam bixêrhatina şandeyê kir û got: “Em pir kêfxweş in ku îro pêşwaziya şaredariyên xwe dikin. Em ji herêma Qamişloyê silavên xwe ji Mêrdîn, Nisêbîn, Wanê, Batmanê, Riha, Stenbol û Enqereyê rê dişînin.”

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecih Devrîm Demîr jî keyfxweşiya xwe ya mêvandariya li Rojavayê Kurdistanê anî ziman û wiha axivî: “Delegasyona me ji rêveberiya xwecih 5 kesan pêk tê. Em duh di deriyê Girê Spî re derbasî Rojava bûn. Îro me dest bi hevdîtinên xwe kir. Çend rojan em ê bi rêveberiyên xwecih û saziyên civakî re hevdîtinên xwe bidomînin.

Li gel kêyfxweşiyê em modela rêveberiyên xwecihî ya li Rojavayê Kurdistanê mereq dikin. Em dixwazin nas bikin. Bizanin ku bi şêwazek çawa xwe birêxistin dikin. Dîsa weke tevahî cîhanê çavê me jî li Rojava bû. Di van demên dawîn de bi geşedanên nû yên siyasî re, di pêvajoya entegrasyonê de, pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê, saziyên Rojavayê Kurdistanê xwe çawa birêxistin dikin, veguherînek çawa saziyan de ava bûye ji bo me cihê mereqê bû. Di hevdîtinan de em hewl didin van pirsên xwe bigihînin bersivan. Hewl didin ku nas bikin, ji bo em karibin bizanin ji niha û şûn de di nava Bakur û Rojavayê Kurdistanê de, taybet di qada rêveberiyên xwecihî de em çawa dikarin hevkariyê bikin. Çawa dikarin xebat û projeyên hevpar li ser kîjan esas û pêdiviyê bimeşînin. Ji bo wê ev hatin û naskirina mekanîzmayên rêveberiyê û naskirina naveroka saziyan ji bo me girîng e. Ji ber ku ev nasîn dê rêya me veke. Nîşan bide ku em çawa dikarin bi hev re xebatek hevpar bimeşînin. Bêguman tecrûbeyên Rojava ji bo me bi nirx in, hem jî tecrûbeyeke 25 salan a Bakurê Kurdistanê taybet di qada rêveberiyên xwecihî de heye. Dikare gelekî hêzê bide qada rêveberiyên xwecihî ya Rojava. Ji ber şert û mercên şer ew derfeten ku bingeha xebatên xwecihî li Rojava li gor xwest û pêdiviyên civakî çênebûbe. Lê îro bi pêvajoya nû re, bi avakirina derfetên nû re em dikarin ji tecrûbeyên Bakur hêzê bidin Rojavayê Kurdistanê.”

Di dawiyê de Devrîm Demîr spasiya saziyên pêşwaziya şandeyê kiriye kir û diyar kir ku ew bi hêvî ne di demeke nêz de li Bakur pêşwaziya saziyên Rojava bikin. Devrîm Demîr bang li rayedaran kir ku deriyên sînoran bên vekirin, da ku çûn û hatina Rojava û Bakur hêsantir bibe.

Piştî daxuyaniyê şande ber bi Dêrikê ve bi rê ket. Tê payîn li Dêrikê serdana saziyan bê kirin.

Şande ji hevşaredara Mêrdînê û hevberdevka Komîteya Dîplomasiyê ya Rêveberiyên Xwecih Devrîm Demîr, hevşaredara navçeya Yenîşehîr a Amedê Safiya Aladag, hevşaredara navçeya Farqîn a Amedê Sevîm Bîçîçî, hevşaredara Tetwanê Belkîze Beştaş Epozdemîr û endama Komîteya Dîplomasî Rûken Demîr pêk tê.

(bî)

ANHA