Kongra Star Komploya Navneteweyî şermezar kir

Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera destpêkirina Komploya Navneteweyî diyar kir “Em careke din bi nefret û hêrseke mezin, hemû hêzên herêmî yên ku di vê komployê de rol girtiye, şermezar dikin.”

Kongra Star Komploya Navneteweyî şermezar kir
8 cotmeh, 2026   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star bi boneya salvegera destpêkirina Komploya Navneteweyî (9 Cotmeh) daxuyaniyeke nivîskî da.

Kongra Star diyar kir komplo ne tenê êrişeke li ser Rêber Abdullah Ocalan bû, li ser îradeya azadiya gelê Kurd, têkoşîna azadiya jinên Kurd û lêgerîna gelên Rojhilata Navîn ji bo avakirina paşerojeke demokratîk bû.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Em siyasetan ku îradeya azadiya gelan dikin hedef, şer kûrtir dikin û rê li ber çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd digirin, qebûl nakin û bi awayê herî tund şermezar dikin.

di ser komployê re 28 sal derbas bûne. Lê di vê demê de îradeya azadiya gelê Kurd nehat şikandin; berevajî, ew hê zêdetir bihêz bû. Em hemû berxwedêrên ku di çarçoveya çalakiyên “Hûn nikarin Rojahiya me tarî bikin” de agir bi bedena xwe xistinî û berxwedana fedayî nîşan dane, bi rêz, minnet  û girêdana dilovanî bi bîr tînin. Ruhê wan ê fedayî yek ji derbirînên herî bihêz ên têkoşîna azadiya gelê Kurd û girêdana bi Rêber Apo re bû. Di heman demê de, em silav û hezkirina xwe ji Rêber Apo re dişînin, ku bi berxwedana xwe ya bêhempa komploya 9’ê Cotmehê vala derxist û ji bo gelê Kurd û gerîlayên Kurdistanê bû çavkaniya hêvî û têkoşînê.

Yek ji armancên bingehîn ên komployê ew bû ku bi navê Rêber Apo îradeya azadiya gelê Kurd û bi taybetî ya jinên Kurd ji holê rake. Ev siyaseta ku hêzên navneteweyî û aktorên herêmî pêş xistine, li şûna pêşxistina çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, bûye sedema kûrtirbûna şert û mercên şer û pevçûnê li Rojhilata Navîn. Ji ber ku hêzên ku ji domandina şeran li Rojhilata Navîn sûd werdigirin, jiyana gelan di şert û mercên aştiyane û wekhev de ji bo berjewendiyên xwe wek tehdîd dibînin.

28 salên derbasbûyî encamên vê yekê bi eşkereyî derxistine holê. Li çar parçeyên Kurdistanê û li Rojhilata Navîn şer, pevçûn, dagirkerî û wêrankirinên mezin rû dane; bi mîlyonan kes ji cihên xwe hatine koçberkirin û hejmareke bêhejmar ji mirovan jiyana xwe ji dest dane. Gel hatine ber êş û janên mezin. Îro jî digel şeran, wêrankirina ekolojîk, birçîbûn, koçberî, feqîrî û şîdeta li dijî jinan li ser asta cîhanî her ku diçe mezin dibe.

Rêber Apo li hemberî vê krîza dîrokî û civakî paradigmayeke demokratîk, ekolojîk û jin-azadîparêz pêş xistiye. Li hemberî Rojhilata Navînek ku gel li dijî hev tên dijmin kirin, perspektîfeke jiyanê pêşkêş kiriye ku gel dikarin li ser bingehê wekhevî, azadî û demokrasiyê bi hev re bijîn. Ev perspektîf, ku azadiya jinê wek bingehê azadiya civakê digire û jiyaneke li gel xwezayê li hevahengî diparêze, li hemberî siyaseta şer û serdestiyê alternatîfeke demokratîk pêşkêş dike.

Hewldana li Rojava ji bo avakirina jiyaneke hevpar, wekhev û demokratîk a gel û baweriyên cuda jî yek ji aliyên ku vê perspektîfê bi awayekî şênber dide der. Em li hemberî her hewldana ku gel li dijî hev têk bide, dijminatiya Kurd û Ereb biafirîne û herêmê careke din bike qada şer, îradeya gelan a jiyana hevpar diparêzinin.

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku îro pêş dikeve, ji vê aliyê ve girîngiyeke dîrokî heye. Serkeftina vê pêvajoyê ji bo dawîanîna şer û pevçûnan, rawestandina rijandina xwînê, avakirina jiyaneke wekhev û azad a gelan, misoger kirina azadiya jinan û vegerandina xwezayê bi jiyanê re derfetek mezin e. Di serkeftina vê pêvajoyê de rola Rêber Apo û perspektîfa wî ya çareseriya demokratîk girîngiyeke diyarker heye. Lê îro jî em dibînin ku zihniyeta ku komploya 9’ê Cotmehê derxist holê, bi awayên cuda tê domandin. Em li hemberî her cure siyaseta ku gel li dijî hev dijmin dike, şer gur dike, rêyên çareseriya demokratîk asteng dike û îradeya gelan a jiyana hevpar dike hedef, disekinin.

Em wek Kongra Star, Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê û zihniyeta ku vê komployê gengaz kiriye, careke din bi awayê herî bihêz şermezar dikin. Tu hêzek ku Rêbertiya me, îradeya azadiya gelê Kurd, têkoşîna azadiya jinan û paşeroja demokratîk a gelan dike hedef, nikare bigihîje armanca xwe.

Em wek jinên Rojava û gelên Rojava, diyar dikin ku pêwîste di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de rola Rêbertiya me diyarker be û hemû şert û mercên azadiya Rêbertiya me pêwîste pêk were. Ji bo ku perspektîfa Rêber Apo ya aştiyê û civaka demokratîk serkeftî bibe, em amade ne ku bi hemû hêz, îrade û biryara xwe re têkoşînê bidomînin.

Bi vê wesîleyê em hemû alîgirên aştiyê, kesên li dijî şer radiwestin, parêzvanên wekheviya civakî û kesên ku dixwazin gel bi biratiyê û azadiyê bijîn, bang dikin ku ji bo ku Rêbertiya me rola xwe a pêwîst bilîze û pêvajoya aşitî û civaka demokratîk serbikeve bila helwesta xwe danîn xwedî li Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk derkevin û îradeya çareseriya demokratîk bihêz bikin.

Roja ku 28 sal berê bi komployan dixwestin tarî bikin, îro jî di têkoşîna gelan a azadî û aştiyê de berdewam dike rê nîşanî me dide.”