Şêniyên Qamişlo li dijî bihayên bilind xwepêşandan kirin

Bi dehan şêniyên Qamişlo li dijî bilindbûna bihayên elektrîkê, qutbûna elektrîkê û xirabûna şert û mercên jiyanê xwepêşandan kirin. Şêniyan daxwaza çareserkirina pirsgirêkan kir.

Şêniyên Qamişlo li dijî bihayên bilind xwepêşandan kirin
Şêniyên Qamişlo li dijî bihayên bilind xwepêşandan kirin
Şêniyên Qamişlo li dijî bihayên bilind xwepêşandan kirin
Şêniyên Qamişlo li dijî bihayên bilind xwepêşandan kirin
Şêniyên Qamişlo li dijî bihayên bilind xwepêşandan kirin
Şêniyên Qamişlo li dijî bihayên bilind xwepêşandan kirin
22 hezîran, 2026   13:20
QAMIŞLO

Îro, bi dehan şêniyên Qamişlo li Qada Şehîd Robar kom bûn û li dijî bilindbûna bihayên elektrîkê, qutbûna elektrîkê û xirabûna şert û mercên jiyanê xwepêşandan kirin.

Xwepêşanderan pankartên ku daxwaza xizmetên bingehîn û kêmkirina bihayên xwarin û sotemeniyê dikirin hilgirtin.

Xwepêşanderan diyr kir ku rewşa jiyanê ya heyî "xerab e" û rasterast bandorê li jiyana malbatan dike.

Piştre xwepêşander ber bi bazarê ve meşiyan.

Xwepêşanderan diyar kirin ku xwepêşandanên wan heta ku daxwazên wan werin bicîhanîn dê berdewam bikin.

(k)