Piştî gazincan Şaredariya Qamişloyê kolanan paqij dike

Kolaneke ku lê çop lê kom bûbû, piştî gazincan ji hêla Şaredariya Gel a Qamişloyê ve tê paqijkirin. Her wiha şaredarî çavdêriyê zêde dike.

Piştî gazincan Şaredariya Qamişloyê kolanan paqij dike
Piştî gazincan Şaredariya Qamişloyê kolanan paqij dike
Piştî gazincan Şaredariya Qamişloyê kolanan paqij dike
Piştî gazincan Şaredariya Qamişloyê kolanan paqij dike
Piştî gazincan Şaredariya Qamişloyê kolanan paqij dike
Piştî gazincan Şaredariya Qamişloyê kolanan paqij dike
Piştî gazincan Şaredariya Qamişloyê kolanan paqij dike
Piştî gazincan Şaredariya Qamişloyê kolanan paqij dike
22 hezîran, 2026   12:54
QAMIŞLO

Li hîzama başûrî (cinûbî) ya bajarê Qamişlo li ser qiraxên rêya sereke, her wiha di nîva rê de çop kom bûbû. Piranî caran ev çop ji hêla şêniyan û xwediyên kargehan vet ê avêtin. Dîtina kolaneke sereke bi vî awayî bû cihê nerazîbûnan û gazincan. 

Niştecihê taxa Suryan a nêzî cihê ku lê çop kom bûye Ehmed Selîm dibêje ku xelk nîvê şevê û ber sibeh bi seyareyên xwe tên û çopa xwe datînin ser wê rêyê. Ev yek bandorê li tenduristiya wan dike, ji ber wê gelek caran kêzik derbasî xaniyê wî bûne.

Ehmed Selîm ji xelkê xwest êdî çopa xwe neavêjin ser wê rêyê û ji şaredariyê xwest wê çopê ji wê deverê rake.

Me wek ANHA gazincên xelkê pêşkêşî Şaredariya Gel a Qamişloyê kirin. Piştî çend rojan (21 Hezîran) xebatkarên şaredariyê berê xwe dane cihê kombûyîna çopê û dest bi rakirina wê kir.

Cîgirê hevşaredarên Qamişloyê Mesûd Yûsif da zanîn ku bi salan xelk vê çopê diavêje vir, herî dawî wan sala 2024`an çop ji vê kolanê rakiriye û ji bo vê kolanê projeyeke wan hebû, lê ev yek ji ber rewşa ku li Sûriyeyê qewimî hate rawestandin.

Mesûd Yûsif diyar kir ku ew ê wek gava yekemîn çopa komkirî ji kolanê rakin û wiha pê de çû: “Ji bo temamkirina vê yekê komîteya fenî ya şaredariyê planek daniye, lê ji ber ew plan milyonek dolar dixwaze, em ê nikaribin bi temamî çê bikin. Em ê ji bo ku xelk karibin rêyê bikarbînin, hewil bidin niha di vê salê de çend gavan wekî sererastkirinekê bidin vê kolanê.

Mesûd Yûsif destnîşan kir ku dê zabîteyên şaredariyê çavdêriya xwe ya ji bo muxalefekirina kesên ku çopa xwe li ser rê davêje zêde bike. Hêvî kir ku êdî xelk çopê navêjin.

(sb)

ANHA