Şêniyên Minbicê şehîd Îbrahîm oxir kir
Şêniyên kantona Minbicê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Hisên El Îbrahîm oxir kir û soza şopandina rêya şehîdan da.
Şêniyên kantona Minbicê li goristana şehîdan şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd Hisên El Îbrahîm oxir kir ku 10`ê Nîsanê şehîd bûbû.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Alya Silêman axivî û sersaxî da malbata şehîd.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Xelîl Qehreman jî got: "Em soz didin şehîdên xwe ku rêya wan temam bikin, welat biparêzin ta ku serkeftin û rûmetê bi dest bixin."
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Dûre girseya gel şehîd spart axê.
(şx)
ANHA