Li Babê çete bi hev ketin: 5 kes birîndar bûn

Li bajarê Babê yê dagirkirî çeteyên dewleta Tirk û çekdarên xwecih bi hev ketin. Di encamê de 5 kes birîndar bûn. Di nav wan de jinek û zarokek jî hene.

Li Babê çete bi hev ketin: 5 kes birîndar bûn
13 nîsan, 2024   15:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecih duh êvarê çeteyên Ceyş El Şerqiye û çekdarên xwecih ên Al Wakî li taxên Babê ya dagirkirî bi hev ketin. Di encamê de 5 şênî birîndar bûn ku yek jê jin e û yek jî zarok e. 

Li gorî çavkaniyan çeteyên Ceyş El Şerqiye li nêzî çerxerêya El Ilim a bajarê Babê jinek aciz kiriye. Ji ber wê ciwanekî Al Wakî gule li erebeya çeteyên Ceyş El Şerqiye reşandine û di encamê de şerên dijwar rûdane.

Heman çavkaniyan da zanîn ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" destwerdana bûyerê nekiriye.

(şx)