Çeteyên Tehrîr El Şam bajarokekî Idlibê dorpêç kir

Çeteyên Tehrîr El Şam bajarokê Foay ê Idlibê dorpêç kir ji bo ku rê nedin şêniyan xwepêşandanê li dar bixin.

Çeteyên Tehrîr El Şam bajarokekî Idlibê dorpêç kir
13 nîsan 2024   16:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarokê Foay ê Idlibê şêniyan banga lidarxistina xwepêşandanan li dijî çeteyan kir. Ji ber wê çeteyên Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra) vê sibê bajarokê Foay dorpêç kir û li têketin û derketina bajêr bend danîn.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam, çeteyên Ceyş El Ehrar tawanbar kirin ku şênî li dijî wan derxistine.

(şx)

ANHA