Li Çînê di firoşgeheke fîşekên hewayî de teqîn: 8 kes mirin

Hate ragihandin ku li herêma Jianghsu ya Çînê di firoşgeheke fîşekên hewayî de teqîn çêbû, di encamê de 8 kes mirine.

Li Çînê di firoşgeheke fîşekên hewayî de teqîn: 8 kes mirin
16 sibat, 2026   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn li herêma Jianghsu a dikeve rojhilatê Çînê di firoşgeheke fîşekên hewayî  de teqîn çêbû.

Rayedarên herêmî duh daxuyanî da û dan zanîn ji  ber bikaranîna şaş a fîşekên hewayî ji aliyê hin kesan ve teqîn çêbû.

Li gorî agahiyan, bûyer ji saet 14.00’an rû daye û heyanî nêzî saet 16:00 şewat hat vemirandin.

Polîsan der barê teqînê de lêpirsîn vekirine û berpirsên firoşgehê binçav kirine.

Li gorî lêpirsînê, 8 kes mirine û hinek kes jî sivik birîndar bûne.