Şêniyên Kefer Sûsê li ber Wezareta Dadê xwepêşandanek li dar xistin

Şêniyên Kefer Sûsê ya Şamê ji tirsa koçberî û windakirina malên xwe li ber Wezareta Dadê li dijî bicîhanîna biriyara 66’an xwepêşandanek li dar xistin.

Şêniyên Kefer Sûsê li ber Wezareta Dadê xwepêşandanek li dar xistin
13 tîrmeh, 2025   18:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên taxa Kefer Sûsê ya Şamê ji tirsa koçberî û windakirina malên xwe li ber avahiya Wezareta Dadê ya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê xwepêşandanek li dar xistin.

Xwepêşandêran nerazîbûna xwe li hember bandorên ji nû ve aktîvkirina biriyara hejmar 66’an nîşan dan.

Biryara 66’an vedigere sala 2012’an ku naveroka wê wiha ye: “dviê gelek taxên paytextê mîna Meze, Kefer Sûse, Darya bi rêya projeyên Marota Sîtî û Pasîliya Sîtî ji nû ve werin birêxistinkirin naku avakirin”.

Bicihanîna biryarê, rastî pêleke nerazîbûnê hat û li aliyên têkildar tawan hatin kirin ku çareseriyeke adil ji mexdûran re nayê peydakirin.

(ac-şx)

ANAH