Rêveberiya Xweser: Daxwazên me daxwazên serhildana 2011'an e

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk destnîşan kir ku cewhra daxwazên nûnerên herêmê yên ku di civînên xwe yên li gel nûnerên hikumeta veguhêz de dixwazin, heman sedemên ku ji ber wê sûriyeyî sala 2011`an li hember rejîma Baasê serî hildaye. Her wiha rêveberiyê diyar kir ku redkirina van daxwazan, tê wateya berovajîkirina rastiya têkoşîna sûriyeyî ya li hember sîtemkariyê ye.

Rêveberiya Xweser: Daxwazên me daxwazên serhildana 2011'an e
13 tîrmeh, 2025   18:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî hevdîtinên dawîn ên di navbera rêveberiyê û hikumeta veguhêz de daxuyaniyek weşand. 

Rêveberiyê diyar kir ku di hevdîtinan de, nûnerên hikumetên Amerîka û Fransayê hazir bûbûn. Rêveberiyê, hevdîtin bi gaveke gelek girîng ji bo destpêkirina diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî ya cidî wesifand.

Rêveberiyê di daxuyaniyê de spasiya DYA û Fransayê kir ku ji bo bidestxistina aramî, aştî û demokrasiyê li Sûriyeyê gelek hewldan dikin.

Ji bo rêveberiyê, nîqaşkiirna dozên çarenûsî bi awayekî zelal û cidî piştî ewqas nakokî, destkeftiyeke siyasî ya dîrokî ye û vegerandina baweriyê di navbera hêzên çalak ên Sûriyeyê de wek pêwîstiyekê bi nav kir ji bo ku diyalog dest pê bike.

Di daxuyaniyê de rêveberiyê wiha nivisî: “Dem hatiye em zimanê li dijî tevna sûriyeyî, zimanê ku parçebûna siyasî û civakî kûrtir dike, derbas bikin. Pirrengiya li Sûriyeyê ne li dijî yekitiya wê ye, lê belê çavkaniya hêzê ye ku divê em biparêzin. Hevkarî anku şeraket bingeha avakirina dewletê ye.”

Rêveberiyê aşkera kir ku yekitiya Sûriyeyê ne mijara bazaran e, lê di nêrîna wê û hemû hêzên siyasî yên tev li projeya wê ya demokratîk bûne de stûneke bingehîn e û kirina bazaran li ser vê rêgezê derfetên çareseriya siyasî asteng dike.

Rêveberiy anî ziman ku pergala demokratîk a pirreng, edaleta civakî, wekheviya zayendî, destûrek ku mafên hemû pêkhateyan misoger dike, daxwazên ne nû ne lê belê cewhera sedemên ku ji ber wê sûriyeyî sala 2011`an serî hildaye. Rêveberiyê diyar kir ku redkirina van daxwazan û wesifandina wan bi cudaxwaziyê, rastiya dîroka têkoşîna sûriyeyî ya li hember zordestiyê berovajî dike.

Rêveberiya di dewama daxuyaniyê de wiha nivisiye: “Sûriyeyî ev gelek serdem in ji ber pergala navendî û aloziyan êş û zehmetî kişand, lê em hêvî dikin ku di avakirina Sûriyeya nû, Sûriyeya nenavendî de bibin şirîkên çalak. Em dev ji armancên şoreşa 15`ê Adarê û 19`ê Tîrmehê bernadin. Li ser vê esasê em dibêjin ku em amade ne li ser bingeheke demokratîk tev li saziyên dewletê û sazkirina destûra nû ya Sûriyeyê bibin ku hêviyên sûriyeyiyan rave dike.”

Di dawiyê de rêveberiyê bang li tevahî aliyan kir ku xwedî berpirsyariyeke nîştimanî bin, xîtabê nefretê û tundiyê berdin, li hember hewldanên derxistina aloziyên hundirîn bisekinin, her wiha bang li hêzên siyasî yên nîştimanî kir ku di vê pêvajoya hesas de hevgirtî bin, diyaloga Sûriyeyê ji hewldanên têkbirina wê biparêzin, hêviyên gelê Sûriyeyê di dewleteke sivîl, demokratîk û adil de bi dest bixin.

(şx)