Şêniyên kantona Tebqayê: Em ê dîwarên Îmraliyê bişikînin

Şêniyên kantona Tebqayê piştî erdheja li navçeya Gemîlkê yê nêzî girtîgeha Îmraliyê rû daye, bang kirin ku yekser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bê aşkerakirin û diyar kirin ku ew ê li ber xwe bidin û tecrîdê bi dawî bikin.

24 sibat 2024   14:31
TEBQA

Bi sedan şêniyên kantona Tebqa, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, tevgerên jinan, ciwan û rûspiyên êlan, endamên Partiya Sûriya Pêşerojê li taxa Yekemîn a Tebqayê kom bûn û meşiyan.

Di meşê de şêniyan bang kirin ku yekser tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan bê aşkerakirin û tecrîda li ser wî bi dawî bibe.

Meşê li pêşiya avahiya Tevgera Xwendekarên Demokratîk rawestiya û veguherî mitingê. Di mitingê de hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Tebqayê Ehmed El Omer axivî û got: "Ev 26 sal e komplo berdewam e û hêzên navneteweyî tu helwest li hember doza wî nîşan nedane. Hewldanên kirêt ên dewleta Tirk a dagirker li dijî wî bi bin ketin jiber ku Rêbertî ev 50 sal e tê dikoşe û em jî hêza têkoşînê ji wî digirin û dê bibin tofan û dîwarên Îmraliyê hilweşînin."

El Omer diyar kir ku CPT berpirsê sûcên dewleta Tirk e ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan dike.

(şx)

ANHA