Şêniyên Til Hemîsê jî îmzeya xwe dan

Ev 7 roj e xebatên komkirina îmzeyan li navçeya Til Hemîsê ya kantona Cizîrê berdewam dikin. Şêniyên îmzeya xwe didin teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kirin.

Şêniyên Til Hemîsê jî îmzeya xwe dan
Şêniyên Til Hemîsê jî îmzeya xwe dan
Şêniyên Til Hemîsê jî îmzeya xwe dan
Şêniyên Til Hemîsê jî îmzeya xwe dan
24 sibat 2024   14:44
QAMIŞLO

Komîteyên dilxwaziyê xebatên komkirina îmzeyan li navçeya Til Hemîsê didomînin. Ev 7 roj e xebatên komkirina îmzeyan berdewam in. Şênî bi taybet jinan bi kêfxweşiyeke mezin îmzeya xwe didin û destnîşan dikin ku wan di fikrê Rêber Abdullah Ocalan de azadiya xwe dîtine.

Her wiha rûspiyê êla El Şemer Xelef Mihemed Xelef jî îmzeya xwe da.

(şx)

ANHA