Şêniyên Siweydayê xwepêşandanên xwe didomînin
Şêniyên Siweydayê xwepêşandanên xwe ji bo pêkanîna guhertina siyasî û qanûna NY`yê ya bi hejmar 2254 û serbestberdana girtiyan, didomînin.
Bi dehan şêniyên bajarê Siweydayê li qada Kerame derketin xwepêşandanê û teqezî bi daxwazên xwe kirin.
Xwepêşandêran careke din banga çareseriya aştiyane, pêkanîna biryara NY`yê ya bi hejmar 2254 û serbestberdana girtiyan kir.
Ruxmî xwepêşandanan lê belê hîna hikumeta Şamê daxwazên wan paşguh dike û siyasetên xwe yên aborî û ewlehiyê didomîne ku vê dawiyê sotemenî û madeyên xwarinê biha kirin.
(şx)