Şêniyên kantona Firatê sersaxî ji malbata şehîd Şahîn Elî re xwest

Bi dehan şêniyên kantona Firatê sersaxî ji malbata şehîd Şahîn Elî re xwest.

31 kanûn, 2023   13:58
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker 28’ê Kanûnê bi balafira bêmirov û biçek sê caran karkerên bîrên avê yen ji bo gundên Kora Simoqya ya Şengalê dikolandin, bombebaran kir. Di bombebaranê de 5 karkerên ji Rojavayê Kurdistanê şehîd bûn. Yek ji şehîdên êrişê bi navê Şahîn Elî yê ji Kobanê ye. 

Ji bo şehîd Şahîn Elî konê sersaxiyê li taxa Botan Xerbî ya li Kobanê hat vedan. Endamên saziyên sivîl jî di nav de, bi dehan şêniyên kantona Firatê bi berzkirina dirûşma "Şehîd Namirin" berî kon û sersaxî ji malbata şehîd re xwest.

Di bin kon de axaftin hatin kirin. Berdevka Komîna Şano Leyla Ehmed soza şopandina xwîna şehîdan da û got:"Şehîd ew in ku xwedî nirx û bi wate ne. Şehîd ew in ku dihêlin em hezkiriyên azadiyê bin. Bi saya şehîdan em dijîn, Şehîd ew in ku dihêlin em bi serfirazî û serbilindî bijîn."

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV DEM) Bozan Dalî jî axivî û got: "Şehîd xwediyê wê sozê ku divê em ji diz û talangeran re nebin kole. Bi saya şehîdan doza me bûye tirs ji dagirkeran re. Em ê bi ser bikevin."

Li ser navê malbatê şehîd Şahîn Emîra Elî destnîşan kir ku dev ji doza xwe bernadin û wiha domand:" Em ê ji bo welatekî azad heta hetayê berdêlan bidin. Rêber Apo dibêje eger azadî hêsanî ba, Ronahî û Bêrîvanan xwe neşewîtan. Ji bo em di welatekî azad de bijîn divê em berdêlên hîna giratir bidin. Dijmin bi awayekî hovane êriş dike, lê me bi Şîlan dest pê kir û em ê her berdewam bikin."

Pişte wesîqeya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Derya Mihemed ve hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Merasîm bi dirûşma" Şehîd Namirin " bi dawî bû.

(sş)

ANHA