Dewleta Tirk zêdetirî 3 hezar penaberên sûriyeyî li Girê Spî bi cih kirin

Deweleta Tirk di meha Kanûnê de 3 hezar û 700 penaber li Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin.

Dewleta Tirk zêdetirî 3 hezar penaberên sûriyeyî li Girê Spî bi cih kirin
31 kanûn, 2023   14:03
EYN ÎSA

Dewleta Tirk projeya xwe ya mêtingeriyê li herêmên Sûriyeyê yên dagirkiriye didomîne. 

Li gor çavkaniyan desthilata Tirk di meha kanûnê de 3 hezar û 700 penaberên sûriyeyî vegerandin û li Girê Spî ya dagirkirî bi cih kirin. Dewleta Tirk penaber radestî çeteyên ’polîsên leşkerî’ kirin ji bo ku wan di malên koçberan de bi cih bikin.

Ji dema ku rayedarên Tirk destpêka Nîsana 2022`yan ve projeya xwe ya mêtingeriyê li herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê (Cerablus, Ezaz, Girê Spî û Serêkaniyê) ragihandiye,  di nav de 72 iraqî, zêdetirî 32 hezar penaberên sûriyeyî derbasî wan herêman kirine. Penaber li malên şêniyên ku hatine koçberkirin, tên bicihkirin.

(şx)

ANHA