Şêniyên kantona Cizîrê banga hevgirtinê kir

Şêniyên kantona Cizîrê destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji êrişan û hedefgirtina binesaziya herêmê birçîkirina gelê herêmê ye. Şêniyan li hember êrişan banga hevgirtinê kir.

Şêniyên kantona Cizîrê banga hevgirtinê kir
29 kanûn, 2023   03:38
HESEKÊ

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de 8 welatî şehîd bûn û zirarên mezin çêbûn. 

Şêniyên kantona Cizîrê ev êriş şermezar kirin û bang li pêkhateyan kirin ku li hember êrişan hevgirtî bin.

Welatiyê bi navê Ehmed Heyder ê ji navçeya Til Temirê diyar kir ku êriş piştî erêkirina Hevpeymana Civakî ku mafên tevahî pêkhateyan diparêze, zêde bûn.

Heyder wiha domand: "Em şêniyên herêmê helwesta xwe ji cîhanê re radigihînin; berxwedan vebijêrka me ye û dê li rex hêzên xwe yên leşkerî di eniyên pêş de li ber xwe bidin."

Xelef El Nehar ê ji heman navçeyê jî bang li rêxistinên hiqûqî kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker rawestînin û qada hewayî ya herêmê bigirin û wiha domand: "Dewleta Tirk ji van êrişan, têkbirina tevna civakî û birçîkirina gelê herêmê û koçberkirina wî armanc dike. Ji bo me, Amerîka û Koalîsyona Navneteweyî di kuştina zarokên me û hedefgirtina herêmên me de şirîkên dewleta Tirk in."

Welatiyê bi navê Basim El Ezîz ê ji navçeya Şedadê got êriş li dijî ewlehiya herêmê ne.

Mihemed El Xilêf ê ji navçeya Şedadê jî bang li şêniyan kir ku ji planên dewleta Tirk baldar bin û wiha pê de çû: "Divê em li hember van komployên li dijî herêmên me, şoreşa me û rêveberiya me ya xweser tên kirin, baldar bin. Divê em amade bin û li hember wan komployan hevgirtî bin."

El Xilêf diyar kir ku her çi qas dewleta Tirk êriş bike lê gelê herêmê serî natewîne, dê li ber xwe bide û projeya xwe ya demokratîk biparêze.

Welatiyê bi navê Hamid Xelîl ê ji navçeya Til Birakê destnîşan kir ku êrişên li dijî herêmê sûcekî şer in.

Welatiyê bi navê Ebdulhemîd Fatimê jî got hevgirtina pêkhateyan bersiva herî guncaw a êrişan e.

Welatiya bi navê Nûra Îbrahîm a ji Hesekê jî got: "Dewleta Tirk a dagirker komkujî li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne."

Şûkriye Hesên a ji Hesekê bêdengiya rêxistinên mirovî û hiqûqî li hember êrişan şermezar kir û wiha anî ziman: "Tevahî rêxistinên mirovî û hiqûqî xiyanetê li xelkê herêmê dikin."

Şûkriye bang li pêkhateyên herêmê kir ku li dora hêzên xwe yên leşkerî û QSD`ê kom bibin û li hember êrişan bisekinin.

(şx)

ANHA