‘Piştî erêkirina Hevpeymana Civakî dewleta Tirk êrişên xwe zêde kirin’

Rayedarên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê got piştî erêkirina Hevpeymana Civakî ya nû, dewleta Tirk a dagirker ji bo têkbirina projeya demokratîk, êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirine.

‘Piştî erêkirina Hevpeymana Civakî dewleta Tirk êrişên xwe zêde kirin’
29 kanûn, 2023   05:34
MINBIC
MIHEMED EL ŞÊX

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin; binesaziya herêmê, navendên stratejîk, stasyonên petrolê, kehrebe, nexweşxane, navendên tenduristiyê kirin hedef. 

Di encamê de perwerde li gelek dibistanan rawestiya û 8 welatî şehîd bûn û bi dehan welatî birîndar bûn.

‘EM BI HÊZÊN XWE YÊN LEŞKERÎ RE NE’

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê Nezîfe Xilo got: "Dewleta Tirk a dagirker hemwextî cejna Noelê, êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin. Gelên cîhanê tev de cejnê pîroz dikin, lê belê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî hovane ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombebarankirin."

Nezîfa bang li NY û rêxistinên hiqûqî kir ku helwesta xwe diyar bikin û ji bêdengiya xwe derkevin û wiha domand: "Divê ew li hember êrişan wisa bêdeng nemînin. Em jî dê li rex hêzên xwe yên leşkerî herêmên xwe biparêzin."

Balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker 25-26`ê Kanûnê 44 navendên stratejîk, saziyên bazirganiyê û bendên kontrolê bombebaran kiribûn.

‘ARMANC TÊKBIRINA TEVNA CIVAKÎ YA HERÊMÊ YE’

Hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Minbicê Mihemed Xeyr Şêxo got: "Dewleta Tirk a dagirker mîna her carê, bi awayekî hovane êriş herêmê kir. Di serî de navendên ximzetguzairyê û petrolê, kehrebe kirin hedef. Heta nexweşxane û navendên tenduristiyê ji sûcên wê nefilitîn.”

Şêxo wiha domand: “Bi van êrişan, dewleta Tirk hevgirtina xelkê herêmê û xwedîdertkina wan li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dike hedef. Ji ber ku Rêveberiya Xweser hewl dide bibe çareseriya herî guncew a hêviyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û gelê Sûriyeyê. Her wiha çareseriya yekane ya aloziyê ye. Ji ber wê, dewleta Tirk dixwaze tevna civakî ya herêmê têk bibe.”

Şêxo bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker di rojên dawîn de zêdetirî 25 navendên xizmetguzariyê bomebarankirin û got: "Ev delîl e ku dewleta Tirk dixwaze vê tevnê têk bibe û pergala kur Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kiriye, tune bike. Tirkiye bi van êrişan temenê aloziyê dirêj dike û nahêle ewlehî li Sûriyeyê pêk were."

Şêxo bang li aliyên têkildar kir ku berpirsyariyê xwe yên mirovî û exlaqî bînin cih heta ku ewlehî li herêmê pêk were û xwîna bi destê dewleta Tirk tê rijandin raweste.

Hevserokê Mecslia Qanûnsaz a kantona Minbicê Mihemed Elî El Ebo jî got: "Dewleta Tirk a dagirker hemwextî erêkirina hevpeymana civakî êriş herêmê kir, armanc jî rawestina pêşketina Rêveberiya Xweser di vê pêvajoyê de ye.”

El Ebo ev li gotinên xwe zêde kir: “Hedefgirtina navendên petrolê, nexweşxane, holên dawatan ku di encamê de gelek welatî şehîd bûn, di çarçoveya têkbirina berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û têkbirina îstiqrara aborî, ewlehî û civakî de pêk tên.”

El Ebo di dawiyê de got: “Em ê bi hevgirtin û kombûna li dora rêveberiyên xwe, wêraniya ji ber bombebarana dewleta Tirk çêbûye, sererast bikin. Ji bo ku zarokên me di nav ewlehiyê de bijîn, em ê fedakariyan bikin.”

(şx)

ANHA