Şêniyên Holê sersaxî da malbata şehîd Elaa El Hilêl

Şêniyên bajarê Holê û endamên saziyan sersaxî da malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elaa Hekûm El Hilêl.

Şêniyên Holê sersaxî da malbata şehîd Elaa El Hilêl
Şêniyên Holê sersaxî da malbata şehîd Elaa El Hilêl
Şêniyên Holê sersaxî da malbata şehîd Elaa El Hilêl
Şêniyên Holê sersaxî da malbata şehîd Elaa El Hilêl
Şêniyên Holê sersaxî da malbata şehîd Elaa El Hilêl
18 mijdar, 2024   16:34
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Holê û endamên saziyên bajêr sersaxî da malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Elaa Hekûm El Hilêl. Şehîd El Hilêl di 13'ê vê Mijdarê de di êrişa çeteyên DAIŞ'ê li dijî sahrîceke sotemeniyê li ser rêya Deşîşe - Şedadê de, şehîd bû.

Di merasîma sersaxiyê de hevserokê Meclisa bajarê Holê Ehmed Ebdo sersaxî da malbata şehîd Elaa, lehengî û beşdariya wî ya di hemû eniyên şer de silav kir.

Ebdo destnîşan kir ku armanc ji êrişa çeteyan ew bû ku derbeyê li projeya neteweya demokratîk a li ser bingeha fikrên Rêber Abdullah Ocalan bixin.

Di dawiya merasîmê de fedakariya şehîd Elaa hat silavkirin û soza şopandina rêya şehîdan ji bo parastina destkeftiyan hat dayîn.

(mh/fr)

ANHA