ˈFelsefeya Jin, Jiyan Azadî pêngaveke dîrokî li dijî tundiyê yeˈ

Beşdarên çalakiyên 25ˈ Mijdarê felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" wekî "pêngaveke dîrokî ber bi pêşxistina têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan ve" nirxand.

18 mijdar, 2024   16:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Nevneteweyî bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî" xwe biparêze" dewam dikin.

HESEKÊ

Kongra Star bi beşdariya bi dehan endam û nûnerên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şervanên YPJˈê civîneke berfireh li nivîsgeha PYDˈyê ya li bajarê Hesekê li dar xist.

Di civînê de endama Desteya Rêveber a Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Omer axivî. Emîne zihniyeta baviksalar "wekî bingeha belavbûna tundiya li ser jinan nirxand û got "Tundî li cihekî û zemanekî sînordar nin e, lê belê pirsgirêkeke cîhanî ye girêdayî zihniyeta baviksalar a desthilatdar. Bi guhertina vê zihniyetê civakeke azad û demokratîk ava dibe."

Emîne Omer felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" ya ku di sedsala 21ˈê de hatiye derketiye wekî ˈˈpêngaveke dîrokî ber bi xurtkirina têkoşîna li hemberî tundiya li ser jinan û avakirina civakeke bêtundî veˈˈ nirxand.

Beşdaran jî ku nêrînên xwe anîn ziman, têkoşîna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, astengiyên li pêşiya wan û rêbazên bidawîkirina van astengiyan vegotin.

Piştre berdevaka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Duha Ehmed nameya şehîda fedaî Asya Alî xwend.

ŞEDADÊ

Li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê dewreya perwerdeyê ya ji aliyê Kongra Star ve ji bo mêran hatiye organîzekirin di roja 3ˈyemîn de dewam dike. 150 mêr ên ku beşdarî perwerdeyê bûne waneyan li ser qanûna malbatê, zayendperestî û hevjiyana azadî dibînin.

Rêvebera Kongra Star Melek Mihemed îro dersa zeyendperestî da. Melek got zayendperestî berhema çand û hin kevneşopiyên kevinperest e ku rola jinan di nava civakê de qeyd dike.

Melek diyar kir ku jin bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ji van qeydan rizgar bûn û cihên xwe di qadên siyasî, civakî, aborî û leşkerî de digirin.

Melek Mihemed her wiha destnîşan kir ku armanc ji vê dewreyekê ew e ku ji girîngiya piştevaniya mêran a bi mafên jinan û avakirina jiyaneke wekhev were nasandin.

 Melek li ser tevlêbûna dewreyê jî got: "Tevlêbûna beşdaran baş e. Ev dide nîşandan ku zanebûneke civakî li bajarê Şedadê ya ku bi taybetmendiya xwe ya eşîrtî tê naskirin, çêbûye. Her wiha tê nîşandan ku gavên ber bi pêkanîna wekheviyê û piştevaniya mafên jinan ve tên avêtin."

KOBANÊ

Bi heman armancê Kongra Star civînek li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar xist.

Di civînê de du mijar; rola jinan di civakê de û rola jin û mêran di asta fikrî û zanistî hatin nîqaşkirin.

Mijara  yekemîn a civînê ji aliyê mamosteya li zanîngeha Kobanê Firyaz Berkel ve hat şîrovekirin. Firyaz bal kişand ser rola jinan di civakê de û dîroka ragihandina 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî şîrove kir. Her wiha rola jinan di Şoreşa Rojava de û berxwedana wan a li hemberî DAIŞˈê vegot.

Hevserokê Meclisa PYDˈê ya kantona Firatê Bozan Xelîl jî mijara duyemîn bi rêve bir, qala serdestiya mêr a li ser civakê û têkoşîna jinan a li hemberî pergala baviksalar kir.

Piştre jî koma şano ya girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido şanoyek pêşkêş kir.

Civîn bi berzkirina dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.

(bb)

ANHA