Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan

Li Helebê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan mêr meşiyan û hat diyarkirin ku fikra neteweya demokratîk mertala parêzvan û garantiya azadiya jinan e.

Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
Li Helebê mêr li dijî şîdetê meşiyan
18 mijdar, 2024   17:09
HELEB

Di çarçoveya rêzeçalakiyên bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan tên lidarxistin de bi sedan mêr li bajarê Helebê, nûnerên ji tevgerên jinan meşiyan. Meş ji pêş hola civînan a 8ˋê Adarê ya taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir û li kolanên taxê geriyan.

Meşa li Qada Şehîdan vegerî mîtîngê. Li wir endama Koordînasyona Kongra Star a Helebê Fehîme Hemo axivî û got: "Têkoşîna ji bo bidestxistina azadiya jinan di vê serdema nû de ku xwişkên Mîrabal dest pê kiriye, îro ji hêla pêşngtiya şehîdên Kurdistanê dewam dike."

Fehîme êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê û çewisandina dewleta Îranê ji azadiya jinan re şermezar kirin.

Hevserokê Malbenda Rewşenbîrî ya Helebê Ehmed Bîrhat got: "Meş xwedî gelek peyaman e ku projeya neteweya demokratîk parêzvanê azadiya rasteqîn a jinan e û netewe-dewlet û kapîtalîst di siyasetên xwe de bi ser nakevin."

Di dawiyê de endamê Meclisa Taxa Şehîd Rûbar Qamişlo, Ebdurehman Bozan bi zimanê Erebî li ser têkoşîn giştî û têkoşîna jina azad helbestek xwend.

(fr)

ANHA